6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bertekên li dijî astengkirina Xwebûnê zêde dibin

Sazî û rêxistinên ziman ên wekî MED-DER, Komîsyona Ziman a Baroya Amedê, Komîsyona Ziman a Baroya Şirnexê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Taro Ziman û Çanda Kurdî, Awesta Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman û gelek nivîskar, rojnameger û hunermendan bertek nîşanî astengkirina malpera me ya Rojnameya Xwebûnê dan. Rojnameger, nivîskar û saziyan li ser hesabên medya dijîtal bertekên li dijî astengkirinê anîn ziman û li rojnameya Xwebûnê xwedî derketin.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li ser hesabê medya dijîtal got: “Eger “xirabkirina zimanekî” terorîzm be, bi awayekî sîstematîk astengkirina rojnameyeke bi kurdî jî terorîzm e. Em vê terorîzmê bi tundî şermezar dikin.”

Saziya ziman MED-DER’ê jî bertek nîşanî astengiyê da û got: “Heke xerakirna zimanekî cûreyeke terorkariyê be, 99 sal înkara zimanê kurdî teror û sûcdariya herî mezin e. Astengkirina Rojnameya Xwebûnê, tenê “ji hezaran yek” astengkirin û sûcên ku li hemberî zimanê kurdî hatine kirin e. Em bi tundî şermezar dikin.”

Tora Ziman û Çanda Kurdî jî got: “Xwebûn dengê gelê kurd e. Hûn nikarin dengê me bibirin.”