3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Uca: DAIŞ’ê bi çekên NATO êrîşî Hesekê kir

Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca li ser êrîşên DAIŞ’ê û helwesta koalîsyona navneteweyî nirxandin kir û destnîşan kir ku koalîsyon berpirsiyariya xwe pêk nîne.

Parlamentera HDP’ê Uca anî ziman ku êrîşên DAIŞ’ê yên îro pêk tên mijarek girîng e û wiha got “Êrîşên DAIŞ’ê ku ji sala 2014’a heta niha li Şengal, Kobanê û îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûye, li Tirkiye û Ewropa jî pirsgirêk e. Li Amedê û Enqereyê û dîsa li welatên Ewropa bi destê DAIŞ’ê êrîş pêk hatin. Alîgir û hevkarên DAIŞ’ê li Almanya, Belçîka, Fransa, Îngîltere û gelek welatên Ewropa teqandin pêk anîn. Hebûna DAIŞ’ê ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû mirovahiye xeteriyek gelek mezin e. Di şexsê gelê kurd de li dijî mirovahiyê dijminahiyek pir mezin pêş xistin. Heta niha ji vê hovîtiyê mezintir tiştek pêş neketiye. Me li Şengalê dît. Li pêş çavê zarokan, serê bavan hat jêkirin. Ji bo bikevin nava gund û bajaran komkujiyan pêk bînin û wê derê vala bikin ev tirsa havane pêş xistin. Heman tişt li Kobanê jî pêk anîn. Dema ketin Kobanê li gundan ev hovîtî pêş xistin. Mirov qetil kirin û serê mirovan jê kir. Di nava civakê de tirsek mezin pêş ket. Li Ewropa jî heman hîşmendî pêş ket. Li Ewropa jî gelek caran komkujî pêk hat. Li dêr, kolan û qadan mirov dan ber kêran. Ji ber vê yekê DAIŞ li hemberî hemû mirovan xetereyek mezin e.”

Endamên DAIŞ’ê yên 50 welatan di Tirkiyeyê re derbasî Kurdistanê bûn

Uca, bal kişand ser endamên DAIŞ’ê yên ji welatên cûda hatine Kurdistanê û wiha got: “Li vir pirsgirêkek heye. Endamên çeteyên DAIŞ’ê ji zêdeyî 50 welatan hatin di sînorê Tirkiyeyê re derbasî Kurdistanê bûn. Endam DAIŞ’ê balafirxaneyên Tirkiyeyê bikar anîn. Ev yek di belge û ragihandina dewletên wekî Amarîka, Kanada, welatên Ewropayê de jî derketin holê. Di qanalên ragihandinê yên dewletê de ev yek hat tespîtkirin.”

Dewletên koalîsyonê li dijî DAIŞ’ê bê biryar in

Parlamentera HDP’ê Feleknaz Uca anî ziman ku bi têkoşîna zarokên kurd, keç û xortên kurdan bû sedem ku koalîsyonek navneteweyî bê avakirin û berê xwe bide çeyên DAIŞ’ê û wiha dirêjî da awaftina xwe:  “Li Şengalê jî heman tişt bû. Îro carek din me dît li Hesekê jî berxwedana HSD’ê û berxwedana hêzên navxweyî pêş ket. Lê koalîsyona navneteweyî tenê bi balafiran êrîş dike. Ji xeynî piştgiriya balafiran tiştekî din nakin. Tenê temaşe dikin. Ji 50 dewletên Ewropa û cîhanê, hatine tev li DAIŞ’ê bûne. Ji Rûsya bigire heta Amarîka û Tirkiye hene. Di dîmenan de jî hat dîtin kesên ji Enqereyê çûbûn û bi tirkî diaxivîn hebûn. Lê dewletên Konseya  Ewropa, dewletên endamên koalîsyona navdewletî li dijî DAIŞ’ê bi biryar nînin. Dibêjin em li dijî DAIŞ’ê ne. Lê ji bilî gotinê gavek din pêş de naçin. Tenê car caran balafirên şer radikin û tişteki din nakin. Îro li Girtîgeha Hesekê 5 hezar endamên DAIŞ’ê girtî bûn. Li kampa holê û li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdeyî 60-70 hezar jin, zarok û malbatên DAIŞ’îyan li kampa bi cih bûne.  Dewletên Ewropa Îsweç hatin 2-3 kes derxistin. Parlamenterên Alman li parlamentoyê pirs kirine ku çend welatiyên Alman li Rojavayê Kurdistanê di nava DAIŞ’ê de hene. Qala 50-60 kesî dikin. Çima dewleta Alman wan nabe welatê xwe danarizîne.  Çima darizandina wan tenê di situyê rêveberiya xweser, Başûr û Rojhilatê Sûriyeyê de dihêle. Tişta îro li Hesekê pêk hat, xwestin Kobanê û Şengalê dubare bikin. Lê berxwedana HSD û hêzên navxweyî, ev lîstika wan vala derxistin. Îro xeteriya herî mezin a ji bo mirovahiyê, ewe ku dewletên cîhanê berpirsiyariya xwe pêk nînin. Yek ji hêzên herî mezin û berpirsiyarê sereke dewletên NATO ye. NATO li dijî DAIŞ’ê bêdeng e û erka xwe pêk nîne.

Koalîsyona navdewletî ji dewletên NATO pêk tê. Tirkiye jî endamekî NATO ye. Tirkiye di nava NATO de dewleta hêza duyemîn  e. Lê di nava koalîsyonê û dewletên NATO’yê de tenê Tirkiye di navde cih nagire. Çima?  Ji ber ku ya bi awayekî stratejîk û bi awayekî ne fermî bi DAIŞ’ê û bi çeteyên din re di têkiliyê de ye Tirkiye ye. Li Serêkaniyê fermandarekî DAIŞ’ê yê paşnavê wî Saddam, niha bûye yek ji kesê berpirsiyarê polîsan. Li wir tenê nasname û kincên xwe guhertiye. Yanî hişmendî eynî ye. Yê ku tev li koalîsyonê nebû Tirkiye bû. Dîsa yê herî zêde piştgirî da çeteyan Tirkiye bû. Tirkiye di têkiliyên çeteyan de di lîsteya girî de cih digire. Lê der barê Tirkiyeyê de tu biryar nehatiye stendin.”

Çima endamên DAIŞ’ê nabin welatên wan danerizînin?

Uca, bal kişand ser helwesta welatên ewropa ya darizandina DAIŞ’ê jî û wiha axivîe: “Binerin şervanên HSD’ê 6 rojan li Hesekê li dijî 5 hezar endamên DAIŞ’ê û şaneyên veşarî şer kir. Lê welatên cîhanê bêdeng bû. Çima welatê cîhanê bêdeng bûn? Çima biryarê nastînin ku 60-70 malbatên DAIŞ’ê yên li Rojava bişînin welatên wan. Çima nabin li Ewropa danerizînin. Nebin Ewropa jî dikarin li Rojava dadgehek li gorî zagonên navneteweyî ava bikin û darizînin. Hem dibêjin em koalîsyona navneteweyî ne. Hem jî pêşiya çeteyên DAIŞ’ê nagirin.”

Bi çekên NATO êrîşî Hesekê kirin

Uca, nakokiyên NATO’yê rexne kir û wiha got: “Hem dibêjin em piştgiriyê didin gelê kurd. Hem jî li aliyê din çekên NATO di destê DAIŞ’ê de tên dîtin. Di kursiya serbest a Konseya Ewropa de me qala Şengalê kir. Me qala  êrîşên Tirkiye yên li ser Şengalê kir. Piştî Şengalê xwe ji DAIŞ’ê rizgar kir me qala rewşa Şengalê û êrîşên li ser Şengalê kir. Me xwest ezmanê Şengalê û Rojava li balafirên Tirkiyeyê bê girtin û qedexekirin. Ji ber ku tiştê DAIŞ’ê duh li Şengalê û Kobanê kir îro li Hesekê dike. Tişta herî girîng çekên NATO di destê DAIŞ’ê de çi dike? Gelek parlamenterên Ewropa li ser vê yekê dixwazin bibin xwedî agahî û dixwazin li ser vê yekê rojevekê çêkin.”

Uca bal kişand ser helwesta Meclîsa Parlamenteran jî û wiha bi dawî kir: “Ev mijar dê niqaşek li ser çê bibe. Li parlamentoyên welatên ewropa jî dê ev mijar bikeve rojeva wan. Ji ber ku çekên NATO di destê DAIŞ’ê de ne. Mecbûre li ser vê yekê zelaliyek jî çê bibe. Divê NATO bi xwe jî bersîvekê bide vê yekê. Di rojên pêş de di qada dîplomasiyê û qada parlamentoyên dewletên ewropa de jî ev mijar dê bibe mijarek gelek girîng. Divê em ji hikûmet, parlamento û konseya ewropayê raporekê bixwazin. Divê em bipirsin ev çekên NATO çawa ketine destê DAIŞ’ê divê der barê vê yekê de lêpirsînek bê destpêkirin. Di sibatê de civînek tê li darxistin. Belkî heyetên biçin herêmê jî tev li civîna NATO bibin. Divê di wê civînê de jî heman pirs bê kirin. Divê nameyek jî ji Sekreterê Giştî yê NATO re bê şandin. Ji ber ku xeterî bêtir mezin dibe.”