3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Barzanî Erdogan pîroz kir û jê re ‘serkeftinê’ xwest

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Erdogan geriya û ji ber “serkeftina” ku di hilbijartina 14’ê Gulanê de dest xistiye, ew pîroz kir.

Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de PDK bi awayekî sergirtî piştgiriya AKP-MHP û HUDA PAR’ê kir. PDK vê piştgiriya xwe bi ser HUDA PAR’ê de domand û xwest ku li AKP-MHP li bakurê Kurdistanê bi serkevin. Piştî vê piştgiriya xwe duh jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Erdogan geriya û ji ber “serkeftina” ku di hilbijartina 14’ê Gulanê de dest xistiye, ew pîroz kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê, der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku ji ber “serkeftinê” Barzanî li Erdogan geriyaye û ew pîroz kiriye û ji bo tûra duyemîn a hilbjartina serokkomariyê ya di 28’ê Gulanê de jê re “serkeftin”ê xwestiye. Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Barzanî “serkeftina” Erdogan ji bo pêşerojê girîng û pêwîst dibîne.

Balkêş e heta niha ne ji Barzanî ne jî partiya malbata wî PDK’ê ji bo Partiya Çepên Kesk tu daxuyanî nehatiye dayîn û peyamên xwestine serkeftinê nehatine weşandin.