spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên Koçer amadekariya çûna zozanan dikin

Bi hatina demsala biharê û germbûna hewayê re rêwîtiya koçeran a ber bi zozanan ve jî dest pê kir. Koçerên şirnexî ku ev meheke amadekariyên çûna zozanan dikin, diyar kirin ku ew dixwazin çanda wan her bijî.

Li gorî nûçeya ku nûçegihana ajansa Mezopotamyayê Zeynep Durgut amade kiriye li navçeya Hezex a Şirnexê jinên koçer amadekariyên çûyîna zozanan dikin. Koçerên ku bi demsala zivistanê re ji cihên bilind dadikevin deşt û bajaran, bi hatina biharê û bi germbûna hewa re dîsa berê xwe didin zozanên herî bilind. Jinên koçer ku mehek beriya germbûna hewayî dest bi xebatên xwe yên çûyîna zozanan dikin, pêdiviyên xwe yên herî sereke bi destên xwe çêdikin. Ji koçerên Taxa Turgut Ozal a Hezexê Fatma Geçgel (80) ji bo çûna zozanan çîx û Hatîce Tatli (85) jî têran ango tûran çêdike ku li zozanan ji bo hilgirtina şîr û zarokan tê bi kar anîn.

Çêkirina çîxê zozanan

Fatma Geçgel, diyar kir ku ew bi salane her pêdiviyeke xwe bi keda destê xwe bi cih tînin û wiha got: “Ev çandeke kevnare ye. Em koçer in û çi tişt ji destê me dihat me çêdikir. Çîx jî çandeke kevnare ye û me bi destê xwe çêdikir. Em vê hem ji bo ku derdora konan bigirin çêdikin û hem jî ji bo ku meha havînê de weke textê ku ser radizên bi kar bînin çêdikin. Çêkirina wê gelek zehmete. Me bi teşiyê dirêsa, me ba dida, me kevirên xwe yên mezin pêve girê didan û datanî. Heke ku kevir nebin, çênabin. Ev çîx li her derê nayê ditin. Em vî çîxî ji Newala Hespîstê tînin. Kesê ku dixwaze çîxan dikare tayên reng bi reng bike nav de û bixemilîne. Li gel germbûna hewayî me dest bi çêkirina wê kir. Ji kurê xwe re û zozanan re text çêdikim. Ev 4 roj in ez çêdikim. Çêkirina wê gelek ked dixwaze. Hejmara kesên ku çêdikin çiqas zêde be ewqasî baş e. Ji ber ku zûtir xelas dibe. Lê niha ez tenê çêdikim. Nifşê niha nizanin çêbikin. Ev çandeke kevnare ye. Ji berê de da û dapirên me nîşanî me dabûn. Niha qasî ku ji destê me tê em wê çandê didin jiyîn.”

‘Divê em nîşanî zarokên xwe bidin’

Geçgel dixwaze ku ev çand her bidome û wiha axivî: “Niha ev çande ber bi tunebûnê ve diçe û tu kes çênake. Niha tenê dayik çêdikin lê em jî êdî pîr bûne û nema dikarin êdî çêbikin. Naxwazim ev kevneşopiye ku me heta vê demê anî, winda bibe. Ji ber wê jî divê ku em dayik nîşanî zarokên xwe bidin. Ev kevneşopiye divê bidome û neyê windakirin.”

Dayika Hatîce Tatli ya ku têran ango tûran çêdike jî bi lêv kir ku çêkirina têran ked dixwaze û got ku heta niha wê bi dehan têr çêkirine û ev tişt anî ziman: “Her sal bi germbûna hewayî re em berê xwe didin zozanan. Niha jî amadekariyên çûyinê dikin. Li zozanan pêdiviya me gelek bi têran dibe. Heta niha min bi dehan ji van çêkirine û ji bo ku bikar bînin ez ê hemûyan bi xwe re bibim.”