7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Coyên avê bi zibarê paqij dikin

Li devera Balekayetî ya Silêmaniyê ku deverek çiyayî ye û xelkê wê debara xwe bi karê çandinî û lawirvaniyê dike, piraniya karên xwe bi awayê zibare (komînal) dikin. Dibêjin ku ev çanda komînal li her cihî winda bibe jî wê li cem wan her tim zindî be.

Bi salan e li gundên devera Balekayetî ya bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê piraniya karan bi awayê zibare tên kirin. Yek ji van karan jî paqijkirina coyên avdaniyê ne. Her sal di dema paqijkirina coyên avê de ji her malekê kesek yan jî du kes tev li dibin.

Teha yek ji wan kesên ku tev li karê zibare bûye, der barê karkirina bi awayê zibare de ev tişt got: “Li Balekayetî çanda karkirina bi awayê zibare ta astek baş maye û giringî pê tê dayîn, ev jî cihê keyfxweşiyê ye. Ji ber ku piraniya welatiyan di dema karkirina çandinî û lawirvaniyê de pêwîstiya wan bi alîkariya hevûdû heye. Ji bona wê jî ev çand heta niha berdewame. Salane bi taybetî di dema paqijkirina coya avdaniyê de em hemû kom dibin û vî karî bihevre dikîn.”

Ji bajaran tên zebarê

Teha, da zanîn ku ew piraniya karan bi awayê zibare dikin û axaftina xwe wiha domand: “Bi taybetî di anîna coya avdaniyê de ku di demsala biharê de tê kirin, bangî hemû xelkê gund tê kirin ku hinek ji wan li bajaranin, tên di rojekê de temam dikin. Em ava ji bo çandiniyê bi dûriya pênc kîlometran ji bo zeviyên çandiniyê tînin.”

Welatiyê bi navê Hikmet Hemed jî li ser karkirina zibare axivî û wiha got: “Em li mizgeftê, li ser medya dijîtal û cihên giştî em bangî xelkê gund dikîn tev li karê kişandina coya avdaniyê bibin. Karkirina bi awayê zibare karê me hêsan û bileztir dike.”

Dîroka karê zebarê

Hemed, diyar kir ku ji ber mijûlahî û belavbûna xelkê gund, salan e di dema paqijkirina coya avê de herkes hevûdu dibine û ev tişt anîn ziman: “Salan e di dema paqijkirina coya avê de em xwarinek bi hevre dixwin, hev dibînin û peywendiyên xwe yên civakî bihêz dikin. Gelek kes jî hevdû nas nakin, lê li ser vî karî hevdû nas dikin.”

Hemed, ji bo pqaijkirina coya avê jî da zanîn ku dîrokek xwe ya dirêj li cem wan heye û ev agahî dan: “300 sal in ev çanda bav û bapîran a karkirina bi zibare di demsala Biharê de berdewam dike.”

ROJNEWS 