3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bavê mamosteya zindanîkirî Zara Mihemedî jiyana xwe ji dest da

Bavê mosteya kurd Zara Mihemedî ku ji ber fêrkirina zimanê kurdî ji aliyê Îranê ve hatibû girtin û 5 sal cezayê zindanê lê hatibû birîn, Îbrahîm Mihemedî li rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku Mihemedî li parêzgeha Sinê ya rojhilatê Kurdistanê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye.

Zara Mihemedî di sala 1990’an de ji dayik bûye û di heman salê de dayika wê jî jiyana xwe ji dest daye û ji aliyê bavê xwe ve hatiye mezinkirin. Zara Mihemedî ku bi xebatên ji bo zimanê kurdî bi nav û deng bûbû, ji ber ku xwest zarokên kurd fêrî zimanê wan ê dayikê bike, ji aliyê Dadgeha Sinê ve 5 salan ceza lê hat birîn.