3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Tûnisê referandûma destûra nû dest pê kir

Îro serê sibehê li Tûnisê referandûma ji bo destûra nû ya Tûnisê dest pê kir. Bi vê referandûmê dê gelê Tûnisê dengê xwe der barê destûra nû de bidin. Serokê Tûnisê Qeys Seîd bang li gelê Tûnisê kir ku biçin ser sendoqên hilbijartinê û dengê xwe ji bo destûra nû bikar bînin. Qeys Seîd di vê der barê de wiha got: “Divê îro gelê Tûnisê guh nede wan kesên ku bi pereyan dengan dikirin û bi vê peywîra xwe ya dîrokî ya dengdanê rabe.”

Seîd got ku hin hêzên derve û hin aliyên navxweyî jî naxwazin ku gel biçe ser sendoqan û dengê xwe bide.  Seîd di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bikaranîna dengê erê ji bo destûra nû dê rê li pêşiya avakirina komareke nû veke ku serweriya wê di destê gel de ye.”

Hêjayî gotinê ye ku di referandûma vê destûra nû de îşaret bi wê yekê nayê kirin ku divê rêjeyeke çawa ya tevlêbûnê hebe, her wiha behsa encamên heke dengê na biser bikeve nayê kirin. Lê tiştê berbiçav ew e ku heke dengê erê di referandûmê de biser bikeve dê her tişt bikeve destê serok û pergala rêveberiya bi rêya yekkesî Tûnisê birêve bibe.