12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DAIŞ’ê li 3 bajarên Iraqê êrîşên hemwext pêk anîn

Li gorî çavkaniyên çapemeniya Iraqê doh bi şev çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê li bajarên Diyala, Selahedîn û Kerkûkê êrîşên hemwext pêk anîn. Di van êrîşan de 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û 23 kes jî birîndar bûne, her wiha 3 çeteyên DAIŞ’ê jî hatine kuştin.

Li gorî heman çavkaniyan di êrîşa li gundê Enbigê de kesek hatiye kuştin û 11 kesên ku piraniya wan ji heman malbatê ye birîndar bûne. Di êrîşên li ser bajarokên Xalis û Selam de jî mirovek hatiye kuştin û 3 kes jî birîndar bûne. Di 3 êrîşên din ên li deverên cuda de 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyên polîsên Selahedînê jî li Semara û Çiyayê Mexûl 2 êrîşên cuda pêk hatine. Li gorî agahiyan çekdarên Heşd El Şabî li van deveran êrîşa DAIŞ’ê şikandiye û 3 çeteyên DAIŞ’ê kuştine.

‎‎Ji aliyekî din ve li Kerkûk û navçeya Reşadê êrîşek li dijî polîsên hikûmeta Fedral a Iraqê hatiye kirin û di vê êrî,şê de polîsek hatiye kuştin û 2 polîs jî birîndar bûne.