27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Baweriya parlamentoya Lîbyayê bi hikûmeta demkî nemaye

Piştî ku parlamentoya Lîbyayê baweriya xwe ji hikûmeta demkî ya bi serokatiya Abdulhemîd Dubeyba vekişand, Şandeya Neteweyên Yekbûyî  der barê mijarê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hikûmeta Dubeyba hikûmeteke rewa ye û peywîra wê ew e ku heta hilbijartinan Lîbyayê bi rê ve bibe.

Şandeya Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya pêkhatina hilbijartina di dema xwe ya destnîşankirî de û ev tişt hat gotin: “Gelek tiştên girîngtir li pêşiya parlamentoya Lîbyayê hebûn, diviyabû ku wan zemîna ji bo pêkanîna hilbijartina di dema xwe de amade kiribûya. Li şûna ku astengiya li pêşiya aramiya vî welatî derxînin û hilbijartin di nava wan tevliheviyan de werin lidarxistin, diviyabû parlamentoyê guh bida aramî û ewlekariya Lîbyayê da ku hilbijartin bi rengekî asayî di dema xwe de hatibûna lidarxistin.”

Wekî tê zanîn li hêviyê ye ku hilbijartinên Lîbyayê di 24’ê meha kanûnê de werin lidarxistin.