17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bayik ji bo azadiya Ocalan bang li rewşenbîr û sosyalîstan kir

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, ji bo azadiya Ocalan bang li rewşenbîr û sosyalîstan kir û ev  tişt got: “Bila êdî her kes bizane, ji xeynî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em tiştek din qebûl nakin.”

Platforma Saziyên Kurdistanê yên li Ewropayê û Yekitiya Hêzên Demokratîk a Ewropayê, duh li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê bi mebesta protestokirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi dirûşma “Azadî ji bo Abdullah Ocalan”,  mitîngek li dar xistin. Di serî de Almanya ji gelek bajarên cuda yên Ewropayê bi hezaran kurdistanî û dostên wan tev li mitîngê bûn.

Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik, bidîmen peyamek ji mitîngê re şand û balê kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku ji bilî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ew tu tiştî qebûl nakin.

Peyama Bayik bi tevahî wiha ye:

“Gelê me yê bi nirx û dostên me yên rêzdar. Ez we hemûyan bi hezkirin û rêzdarî silav dikim. Hurmetên xwe raber dikim. Serkeftinê dixwazim. Weke ku hûn jî dizanin di 8’ê Adarê, Newroz û Hefteya Lehengiyê de, dostên me çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de coş û moralek mezin derket holê. Mîtînga we dewam û lûtkeya van çalakiyan e. Ev mîtîng ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wateyek dîrokî ye. Tê zanîn gelê kurd bi Rêber Apo gihişt nasnameya xwe. Gelê kurd bi Rêber Apo têkoşiya. Xwe weke gelek ava kir. Dijminê dagirker û qirker di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê kurd siyasetê dike û qirkirinê didomîne. Tola xwe bi vî awayî ji Rêber Apo digirin. Weke ku hûn jî dizanin li ser gel û tevgera me siyasetek tê meşandin. Dixwazin ku tasfiye û qirkirinê pêş bixin û encamê bigirin. Her çendî ku xwestibin vê yekê pêş bixin jî, Rêber Apo, gerîla û gelê me li dijî vê yekê bi rengekî lehengane rawestiya. Berxwedanek dîrokî raber kir û hîna jî raber dike. Siyaseta ku qirkeran meşand û xwest encam bigirin, vale derxistin.

Girîngiya hilbijartinê û Tifaqa Ked û Azadiyê

Lê pêvajoya ku em têde derbas dibin, hem girîng û hem jî gelek krîtîk e. Ji ku heke em bixwazin ji vê pêvajoyê encam bigirin, divê her kes li gorî derfetên xwe berpirsyarî bigire û bikeve nava tevgerê. Wê demê em dikarin encamên mezin bigirin. Çarenûsa Tirkiyeyê di vê hilbijartinê de ye, di destê vê tifaqê de ye. Ez bawer dikim ku ev tifaq wê di vê hilbijartinê de hem ji bo gelê kurd û hem jî ji bo gelên Tirkiyeyê tevan, rolê xwe yê dîrokî bîne cih. Ev tifaq û hêzên demokrasiyê hemû divê dawiya desthilatdariya AKP-MHP’ê bînin. Ji ber ku me bi berxwedan û têkoşînê dawiya wan anî. Di van hilbijartinan de jî, divê ev tifaq vê yekê temam bike. Rêber Apo li dijî dagirkerî û qirkirin, tifaqa Lozanê û komploya navneteweyî di bin şert û mercên gelek giran de, li berxwe da. Ev berxwedan û têkoşîna Rêber Apo gelê kurd, dostên wê, jinên Kurd, sosyalîst û demokrat pêş xist.

Erîşên li dijî serokên kurdan

Em di 100’emîn tifaqa Lozanê de ne. Tê zanîn ku siyaseta înkarê bi vê tîfaqê li ser gelê me jenosîdê domand û didomîne. Rêber Apo, PKK û gelê kurd bi têkoşîna xwe tifaqa Lozanê têk bir. Bê wate hişt. Gelê kurd êdî naxwaze bi Lozanê re bijî, dixwaze azad bijî. Biryara vê yekê daye. Êdî divê her kes vê biryara gelê me qebûl bike. Gelê kurd di dîroka xwe de her tim li hemberî qirker û dagirkeran têkoşiyaye. Kêngê derfetê dîtiye, têkoşiyaye. Qirker û dagirkeran jî êrîşê gelê me û têkoşîna wan kirin. Êrîşê tevgerên ku têdikoşe û serokên wan kirin. Hinekan îdam kirin. Hinek avêtin zîndanan. Hinek jî sirgûnkirin. Piraniya gelê me îdam kirin, avêtin zîndanan û sirgûn kirin. Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qazî Mihemed, Şêx Abdusselam Barzanî… Van di dîrokê de ji bo gelê kurd ked dan û têkoşiyan. Çawa ku di dîrokê de van rêberan îdam kirin, xwestin Rêber Apo jî îdam bikin. Lê vê yekê nekarîn bidin ber çavên xwe. Ji ber ku Apo di dilê gelê kurd de cih girtibû. Bi milyonan kes Apo qebûl kirin û bi siyaseta ku wî pêş xistiye, têdikoşe. Felsefe, raman û îdeolojiya siyasî ya Apo ne tenê ji bo gelê kurd e, li qada navneteweyî jî tê qebûlkirin. Sedema îdam nekirina Rêber Apo jî ev bû. Bi milyonan mirov xwedî li wî derdikeve. Kesên mîna Rêber Apo hem di dîroka gelê kurd û hem jî dîroka mirovahiyê de kêm in.

Tecrîd sedema mezinkirina têkoşînê ye

Zêdeyî 50 sal in têdikoşin. Ev têkoşîn bêyî navber didome. Bi xet û paradîgmaya Rêber Apo pêş ket. Ji ber ku ew paradîgma, Paradîgmaya Neteweya Demokratîk e. Ew paradîgma, paradîgmaya çareserkirina pirsgirêka hemû gelan e. Ew paradîgma civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê esas digre. Çarçoveya vê paradîgmayê Konfederalîzma Demokratîk e. Apo û gelê kurd bûne yek. Êdî kes nikare wan cihê bike. Gelê me her tim dibêje, ‘Bê Serok Apo jiyan nabe’. Ev jî heqîqeta Apo û gelê kurd îfade dike. Apo 24 sal in di zîndana Îmraliyê de ye. Di bin tecrîd û wehşeteke mezin de ye. Ev du sal in agahî jê nayê girtin. Em nizanin rewşa wî çiye. Rewşa Apo sedema mezinkirina têkoşîna me ya azadiyê ye. Ji ber vê yekê divê Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bikin. Bila êdî her kes bizane, ji xeynî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em tiştek din qebûl nakin. Gelê kurd û dostên wan, jinên Kurd, ciwanên kurd bi hemû enerjî û qeweta xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşin û ji niha pê ve jî wê têkoşînê mezintir bikin. Heta ku encam ji têkoşîna ku bi salan in didome, bigrin wê her dewam bike. Rewşa ku Apo tê de ye, ji bo me her kesî li her derê sedema pêşxistin û mezinkirina têkoşînê ye. Divê em qadeke mezin a têkoşînê ava bikin ku bikaribin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest bixin. Ez bang hemû rewşenbîr, hunermend, saziyên sivîl, şoreşger, demokrat û hêzên sosyalîst dikim. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo erk û berpirsiyariyên xwe pêk bînin. Ji bo ku ev têkoşîn di qadên navneteweyî, siyasî, dîplomasî û hiqûqî de mezin bibe, divê têbikoşin. Bila CPT, Konseya Ewropayê, Yêkitiya Ewropayê, hiqûqa navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî erk û berpirsiyariyên xwe pêk bînin. Ez mîtînga we silav dikim. Serkeftinê dixwazim.”