8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Biryar Reşîd: Pêşîlêgirtina êrişan bi yekitiyê pêkan e

Parlamenterê YNK’î Biryar Reşîd diyar kir ku heke komên kurd ên di parlamentoyê de bibin yek, dikarin pêşî li ber êrişên Tirkiyeyê bigirin.

Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federeral a Kurdistanê berdewam in. Parlamenterê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) ê di Parlamentoya Iraqê de Dr. Biryar Reşîd têkilarî êrişîna bi Rojnewsê re axivî. Reşîd, diyar kir ku franksiyona YNK’ê êrişên dewleta tirk şermezar dike û wiha got: “Serokwezîrtiya Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişa li Silêmaniyeyê şandeyek şand. Em jî dê têkildarî van êrişan ji Parlamentoya Iraqê daxwaza rûniştineke taybet bikin.”

Bi domdarî Reşîd anî ziman ku Tirkiyeyê li herêmê 100 baregehên leşkerî ava kirine û wiha got: “Ji van baregehan 5 jê yên leşkerî ne û nêzî 4 hezar leşker lê dimînin. Her wiha 8 baregehên îstîxbaratê hene. Tu peymanên van baregehan bi Iraqê re nîn in. Divê bi tu awayî destûr neyê dayîn ku ev baregeh li wir bimînin.”

Di dewamê de jî Reşîd ev tişt anî ziman: “Divê xebat werin kirin ku Tirkiye nekare li Herêma Kurdistanê bimîne. Divê li dijî êrişan helwestek hebe. Ev yek jî tenê bi helwesteke hevpar pêkan e. Ji bo pêşîlêgirtina êrişên dewleta tirk, divê hemû komên kurdan ên li parlamentoyê bibin yek.”