7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hilbijartinê dest pê kir xwe bidin alî va ez hatim!

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Ji hilbijartinên parlamento û serokkomariyê yên 14’ê Gulane re ten 28 roj man. Weke rojname Xwebûnê em ê ji rast e rast li qadê hilbijartinê bişopînin û ji bo we xwînerên hêja çavdêriyan bikin. Wê nivîskarê me Agîd Yazar û edîtorên me Kadrî Esen, Medya Bal û Îsmet Konak li bajarên bakurê Kurdistanê û çend bajarên Tirkiyeyê bigerin û çavdêriyên xwe yên atmosfera hilbijartinê binivisînin.

Em, nivîsên xwe yên çavdêriyê îro bi nivîsa destpêkê ya Egît Yazar a bi ser navê “Hilbijartinê dest pê kir xwe bidin alî va ez hatim!” didin destpêkirin. Heta roja hilbijartinê li pey hev em ê hemû çavdêriyên xwe bi we re parve bikin.

Nivîsa Agîd Yazar wiha ye:

“Xwînerên ezîz, vaye ez  xwe tevdijdînim, zend û bendên xwe jî vedimalim û derkevim rêwîtiya hilbijartinê. Û bila kesek jî bi min negrin. Ma çend û çend ji destê vê dewletê (emojî/amojineke rûken)

Ez ê ji Antalya dest bi gera xwe bikin û biçim heta di Colemêrgê re derkevim.

Mehek berê, binê lakanê lingê min, ecêb xwuriya. Min çer jî kir, xwura wî neşikiya. Min histrîyê çavbeloq pê da, xwura wî neşikiya, min dirîkê guhîjê pê da, xwura wî neşikiya. Lo min postê jûjîyek mirî pê da, xwura wî neşikiya. Min kir û nekir, girrê xwura wî neşikiya. Di wê hênê de zengilê telefona min kir zirrezirr û nola kerê şamî zirriya. Qedrî Esen, ji rojnama Xwebûnê li min digeriya. Piştî xweşûbêşê, Qedrî ji min re got, “em dixwazin tu li ser navê rojnama Xwebûnê li deh bajaran bigere û çavdêriya xwe ya di derbarê hilbijartinê de ji rojnama Xwebûnê re ragihîne.”

Gava lakanê lingê min gerra deh bajaran bihîst, xwura wî got tirt û sekinî. Êh. Jixwe kî bûk be, Qopo î berbû ye.

Ez ê gava xwe ji Antalya rakim bavêjim Mêrsînê, nîv-gaveke din li Edenê, Dîlok, Ûrfê, Colemêrg û yekûna welatê Serhedê jî bikim gavek û wesalam.

De qaqibixo ji apê Şêro re! Ev ne gundê elocelo ye, birako! Li ser dika şanoyê, ji tengalê avêtin, hêsane. Hurmeta min ji apê Şêro re heye. Hema welakîn, gelê me piratîkê ji me dixwaze.

Min got ka hela bis, berî ez dest bi gerra xwe bikim, ez çav bavêjim ji lîsteya namzetên Partiya Kesk a  Çep. Bila çavê min birijiya û min ev nav û paşnavên wanî enesene nedîta. Ev çiye kaka giyan!? Paşnavê nîvê namzetan “tirk, tirk oxlî tirk, ozturk, heqîqî tirk, xalis muxlis tirk û hwd.”

Tew navê yekî qirrase, ku bi serê salane em bi serê wî sond dixwun, Oztirk e. Dilê wî rehet nebûye. Paşnavê xwe jî kiriye, Tirkdoxan. Ango, Oztirk Tirkdoxan. Errrik! Elawekîl, tiştekî tirkî ji tirkan re nehiştiye lo. Heke ez di şûna tirkan de bûma (xwedê neke) min ê ev ciwanmêr bida mehkimê.

Bê hema xwedê kir li Mêrdîn û Şirnexê, Bêrîtan û Newrozeke me heye. Yanana, ez ê ji ber van nav û paşnavên Xalis Muxlis Tirk, textirxanî bibûma. Gelo yek ji vanê paşnavê wan “mihteşem tirk” kêm bûya û di şûna wî de Zana Farqînê hatiba nîşandayin, ew ê kevir ji meclîsê de biketa gidî!

Em henekan bidin alîyekî(du henek, bi rastiyekê ye, haaa). De binere ha! Dîîîsa zimandirêjî kir. Kuro wele  ev zimanê teyî zarçepelîzm jê dibare, hinek ê di ber de jêbikin ha.

Bi îman ez bûme dendika jahrê lo. Mahmele bi min re nabe. (Bimbareka qelemê ne qeleme, dirêş wî)

Ez baş pê dizanim, gava Qedrî çav li vê nivîsê bikeve, ew bibêje “bavo wele te edddilan! Ji dêlva hevalê Egît kil bike. Kul dike.”

Qedrî, tu b’qedrê xwedêke, te ti kesekî din nedit, ji vî karî re erkdar bike gelo? Yekî ciddî û awirtûj, ku bikaribe vê rojev û pêvajoya giran binirxîne.

Gotina rast, dîrhemeke hilbijartin pê ve ye.”