27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dengek çi diguherîne?

Harûn Deger

Di van rojên ku em ber bi hilbijartina 14’ê Gulanê ve diçin de dibe ku di serê hin kesan de pirsa ‘Ka wê dengek çi biguherîne?’ çê bibe. Belê, ev pirsek xwezayî ye. Lê divê bê zanîn ku dengek dikare gelek tiştan biguherîne. Pêşiyan gotine, ‘Bi gulekê bahar nayê’. Lê li gorî min şaş gotine; bi gulek bahar tê û her baharek bi gulekê dest pê dike. Ji ber vê sedemê her dengek û bikaranîn wê pir girîng e.

Divê em bizanibin ku dengek dikare çarenûsa welatek diyar bike. Dengek gelek tişt diguherîne. Belim kevirek an jî xîçek bi tena serê xwe tiştek îfade neke lê gava dikevin ser hev dibin çiyayek. Çiyayek jî bi giraniya xwe , bi navê xwe, bi xuyanîbûna xwe gelek bi heybet û birûmet e.

Dibêjin ku Cengîz Xanê Monxolî wisa gotiye, ‘Qedrê mixek bizanibin lewra nalek xilas dike. Qedrê nalek bizanibin lewra hespek xilas dike. Qedrê hespek bizanibin lewra sarek xilas dike. Qedrê sarek bizanin lewra welatek xilas dike’. Divê her hilbijêr jî qedrê dengê xwe bizanibe. Lewra dibe ku dengek we bibe wesîleya destpêka gelek tiştên baş.

Di dîroka mirovahiyê de yek ji tişta her girîng ku mirovan kifş kiriye bi ya min pergala demokrasiyê ye. Di dîrokê de mirovan gelek tişt vebînandine; ziman, nivîs û hemû amûrên şaristanî û jîyanî. Lê yek ji wan jî jiyana mirovan bi qasî pergala demokratîk hêsan û xweş nekiriye. Deng jî remza pergala demokratîk e. Bingeha wê ye. Dikarim bibêjim, tişta di pergala demokratîk de bi awayekî wekhev û yeksan hatiye dabeşkirin deng e. Ferqa dengê serokkomar kesekê/î ji rêzê ji hev tuneye. Tevî ku gelek rayeyên serokomar hene û tu rayeyeke kesên ji rêzê tuneye jî dengê wan heman encamê bi xwe re derdixe holê. Ji ber vê jî çawa ku serokkomar nirx dide dengê xwe û bi kar tîne, divê herkes wiha nêzî dengê xwe bibe û bi kar bîne.

Dengên mirov dikarin gelek tiştan biguherînin. Heke em van guhertinan bi bîr bixin dikarin van tiştan rêz bikin; dengek dikare bibe dengê girtiyên nexweş û wan ji zîndanan bide berdan, dengek dikare pêkutî û fîşara li ser gelê mezlûm bişikîne û wan derxe aramî û rehetiyê, dengek dikare bivirê di destê dagirkeran de ku darên li daristana çiyayê Cudî dibire bişikîne, dengek di heman demê de dikare bibe dengê wekhevî û azadiyê. Divê em vê girîngiya bikaranîna deng ji bîr nekin.

Wê dengên me li çiyayên welat bibin qêrîn û olan bidin. Şêr û mêrxasên ku ji bo azadiyê têdikoşin li benda vê qêrîna me ne. Ger ev deng biçe çiyayan wê heta ber perê asîman olan bide. Wê dengên me bikevin pêşîya xwîna mêrxas û lehengên welat. Bi dilfirehî belkî jî ew xwe berdin deşt û zozanan.

Wê dengên me bibin wesîleya têrbûna jar û perîşanan. Ma gava cînarê me jar be çi feyda dewlemendiya me heye. Ji ber vê jî wê dengê me ji jar û perîşanan re bibe destek bihêz û qewî û teqez wan rabike ser piya.

Dengên me dikarin xwezaya talankirî dîsa vebijînin. Wê bi dengên me dara jîyanê kok bigire û şîn bibe, reh berde kûrahiya erdê jiyanê. Dengên me dikarin vê bi hêsanî pêk bînin. Dengên me dikarin avên çem û kaniyan bi xweşî bi xulxulînin û bi xumxumînin.

Siyasetmedar û ramyarên gelê me di heps û zîndanan de riziyan. Selahattîn Demirtaş jî di nav de hê beriya çend rojan ji bo gelek siyasetmedarên me cezayê muebbetê hat xwestin. Dengên me dikarin bikevin pêşiya vê daxwazê.  Van hevalên me li benda dengên me ne. Em bibin deng û deng bidin dengên wan. Em bibin deng, bibin lehî û di 14’ ê Gulanê de van hevalan xilas bikin.

Em dizanin xîreta kurdan dikare çiyayan hilweşîne.