4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di destana Memê Alan de çend şopên mîtolojîk

Azad Rûbar

Li ser destana Memê Alan û Mem û Zîna Ehmedê Xanî gelek tişt hatine gotin. Ev her du destan ji hin aliyan ve dişibin hev lê heman destan nîn in. Destana Ehmedê Xanî destaneke çêkirî ye, ya Memê Alan destaneke gelerî ye. Destanên gel ji daneheva bi hezaran salan efsana, çîrok û çîronekên di nav gel de çêbûne, li gorî dem û dewranan reng û dirûv girtine. Yanî her serdemekê ji xwe taybetiyek li tev kiriye, destan guherandiye.

Taybetiya destanên gelerî prolekirin, mezinnîşandan û hêzên li gorî îro dûrî hiş û aqilan dihewînin. Aliyekî wê yê herî li pêş hêmayên mîtolojîk in. Jixwe destan û çîrokên kurdan ji gelek aliyan ve bi hêmayên mîtolojîk tên xemilandin. Gelek ji wan şopên mîtolojiyê nişan didin. Ev yek heta serdemên seretayî yên mirovan derdixin pêş. Mirovên wê serdemê dinya, erdnîgarî, xweza, roj û hîv, baran, bager, hêza mirovan, lehengan, heywanên gewre çawa dîtine û çawa nirxandine wê bi me dide naskirin. Mirovatî her ku pêşde çûye bandora wan nêrînan cihê xwe bi hêmayên din re hiştine lê şopên mîtolojîk her di destan û çîrokan de mane.

Ev şop di destana Memê Alan de jî hene. Weke ku em bi heman mantiqî li destana Memê Alan bînin, em dibînin ku şopên mîtolojîk pir in. Ev nişan dide ku koka destana Memê Alan xwe digihîne serdemên virnîtiya mirovahiyê.

Şopa mîtolojîk a di destana Memê Alan de di despêka destanê de xwe dide der. Memê Alan diçe ser avê rastî hespekî wisa tê ku hêza wî têrê nake derxe, 360 mirov bi qeyd û bendan dikişînin ancax dikarin ji avê derxin. Ew hespê gewre bi zora bi sedan mirovan tê zeftkirin û dikin tewla bavê Memê Alan. Ew hesp ancax di 360 odeyan de dikare bê bicihkirin. Memê Alan hespê xwe kedî dike, navê wî datîne Bozê Rewan.

Şopên mîtolojîk

Di zimanê çîrokê de ku gel hêzê pirole bike mezin nîşan dide ku aqil nagihîjinê lê weke ku bixwaze çîrok biherike rê vedike, her tiştî rewan û hêsan dike. Bozê Rewana ku 360 odeyan de ancax bi cih dibû gava Memê Alan li dû Zînê dikeve riya Cizîrê dibe hespekî normal. Lê belê gel biryar dide Mem di riyan de nemine, rastî qeda û belayan neyê Bozê Rewan riya şeş mehan şev û rojekê de li ber çemê Dîcleyê xuyanî dibe û rastî Bekoyê Ewan tê. Destan pê re bi hemdê xwe rengekî asayî digire ji kirasê mîtolojîk derdikeve.

Li aliyê din hê ku Mem ji welatê Alan veneqetiyaye xewnekê dibîne dibe mêvanê Zînê. Di xewnê de ferîşteh Memê dibin mala mîr Zeynedîn, her duyan jî hişyar dikin, bi hev didin nasîn. Di xewneke weke rast de dibin evîndarê hev û ji bo ku careke din hev bibînin gustîlan li hev diguherînîn. Ew xewn e yan rastî ye çîroka destanê bê şîrove ji me re dihêle. Lê xewn weke rastiyekî peyda dibe. Ferîşteh jî dikarin li ser xewnê bên şîrovekirin lê gustîla ku li hev diguherin dema şiyar dibe dîsa li destê Mem de ye. Mem vê gustîlê weke îşareteke peyketina Zînê dibîne.

Niha em werçerxaneke din de ne. Ferîşteh û xewneke bi vî awayî tam serdema mîtolojiyê temsîl nakin. Em li vir hem mîtojiyê hem destpêka çanda olî di nav hev de dibînin. Ew deme ku em xweda û xwedawendên nîvmirov û nîvxweda derdikevin rastê. Di serdema Sumeran, Babîlan ev çand heye, li aliyê Rojava Yewnanîstan, paşê Romaya sereta ev çand û reqsa xweda û xwedawendan dikeve nava çanda cemsera Ewropay jî. Ew jî teqabûlî destpêka olan dike. Yanî em tam nikarin ji mîtolojiyê biqetînin.

Mîtolojî hêmayeke wisa ye ku virnîbûna mirovatiyê bi me dide nîşan. Di her çîrokên kurdan de şopên wê hene. Gurzê Rustemê Zal hem li gorî Fîrdewsî hem li gorî destanbêjên kurd heft mirov nikarin rakin. Ew dêwê ku Rustemê Zal dikuje artêş jî nikarin ber bisekinin. Mîrza Mihemedê lehengê çîrokan li hember dêwên heftserî şer dike û têk dibe. Teyrê Sîmûrg, pîrheboka bigêzî, hespên ba û hwd ji destan û çîrokên kurdan kêm nabin.

Mîrateya dîrokî

Dewletên weke Sumer, Akad, Elam, Babîl gişt di kûraya dîrokê de winda bûn. Her parçeyekî mîtolojiya wan weke paşmayî ji kurdan re maye. Kurd xwedî dîrokeke wisa kûr in ku reh û rîşiyên wê digihînin 5 hezar salan. Ew çand di nav kurdan de zindî maye, di çîrok, efsane û destanên wan de xwe parastiye. La Fonten di sedsala 19an de li Kurdistanê geriya, çîrok û efsaneyên kurdan berhev kir, li Fransayê weke fabl weşandin. Ji ber ku kurd xwedî dewlet nebûn û bi farisan re di nav hev de dijiyan weke çîrokên farsan nişan da. Lê belê ew tev aîdî çanda kurdan e. Em hê di van sedsalên nêzîk de jî şopên mîtolojiyê dibînin. Mînaka qulinga Evdalê Zeynikê ji me re bes e.

Destana Memê Alan ji me re bû amûra nîşandana şopa mîtolojiyê. Lê ne tenê Memê Alan hema bêjin di seranser destanên kurdî de kêm an zêde şopa mîtolojiyê heye. Em kurd gelekî nêzikî mîtolojiyê ne. Ji ber çi ye, ew jî mijara nivîseke din e ku em li vir pê re nagihînin.