21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Adam Smîth û aboriya bûrjûvaziyê-I

Bê guman, saîqa qezencê wekî ku tê gotin bi qasî mirovan ne kevnar e. Bi gotina Heilbroner, mirov dikare bibêje ku bi qasî mirovê “modêrn” kevn e. Lê bereksê vê, ji bo piyaseyê (bazar) mirov dikare bibêje ku bi qasî dîrokê kevnar e. Ji lew re kevalên beriya mîladê vê yekê piştrast dikin û behsa aboriya bi isûla pevguherandinê dikin. Yanî di cîhana berê de pergaleke li ser esasên qezenceke berbiçav hema bibêje tune ye. Cîhaneke aborî ya ji kodên xwe yên civakî xalî, hê reh bernedaye. Kar û bar û cîhana siyasî, civakî û dînî di zêk hev de ne. Jiyana aborî û jiyana civakî heman tişt in. Xebat, hê ne li ser esasê pereyan e û pere jî ne navgîneke kirîn û firotinê ye. Helbet di nava vê xebatê de pere û meta (mal) hene lê ev wekî parçeyeke keleporê û xwezayê ne. Ne li ser esasê qezenceke ku bibe cihê hiyerarşiyeke mezin. Ji ber hindê, bi sedan salan pêdivî bi teoriyeke aboriyê ya bi formul û bi aborîzanên li ser vê bingehê, çênebûye.

Ev cîhana ku xwe bixwe hildiberand û têra xwe dikir, bi awayekî gilover di sedsala hijdehan de bi kabûsekê hişyar bû û ber bi têkeliyekê ve çû. Kar û barên bi hev re yên ji bo pêdiviyên civakî, ji holê rabûn û berdewamiya mirov bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ma. “Pergala piyaseyê” ya li ser bingehê teoriyan û qezenceke bêhed û hesab, piyaseya qedîm qewirand. Ji lew re Adam Smîth ku wekî damezrînerê aboriya bûrjûvaziyê yan jî kapîlatîzmê tê naskirin, di sala 1776’an de pirtûkeke qerase (zêdetirî 900 rûpel) ya bi navê “Zengîniya Neteweyan” weşand. Ev pirtûk û teoriya di vê pirtûkê de pêl bi pêl bû emelê serê mirovahiyê.

Çendî niha hin teoriyên (ji bilî karbeşiyê) pûç bûbin jî, lê pergala ku niha piraniya cîhanê daye ber xwe, pergala kapîtalîst a Adam Smîth e. Smîth diyar dike ku firoş dixwaze bi fiyetê herî biha bifiroşe û kirîger jî bi fiyetê herî erzan bikire. Ji lew re mirov xweperst e. Lê dîsa jî divê kes mudaxileyî wan neke û îşaret bi destekî nedîbar dike.

Adam Smîth, teoriya xwe bi sê awayan disenifîne; nirx, pisporî û harmoniya civakî. Nirxê dike du beşan; ked-nirx û sûd. Pisporiyê jî wekî karbeşî û laissez faire (serbestberdana aboriyê) û harmoniya civakî jî wekî destekî nedîbar û piyaseya aboriyê disenifîne. Li gel vê Smîth, dahatê jî bi sê awayan disenifîne; ji bo milkdar rant, ji bo kapîtalîst qezenc û ji bo karker meaş.  Li gorî vê, amûrên hilberandinê aîdî kapîtalîstan e û hilberandina beran (berhem) jî girêdayî keda karkeran e. Di hilberandinê de “kapîtal” û keda karker heya radeyekê, xwedî payekê ne. Lê di diyarkirina fiyetê de ranta milkdar, qezenca kapîtalîst û meaşê karker tên komkirin û fiyet bi vî awayî tê diyarkirin.

Smîth diyar dike ku bêyî karker û kedê hilberîn ne pêkan e û teoriya xwe ya “ked-biha”yê li ser vî esasî çêdike. Her wiha “sûdê” jî wekî nirxa bikaranînê û nirxa pevguherandinê pênase dike. Li gorî wî, nirxa bikaranîna avê pir biha ye lê nirxa wê ya pevguherandinê pir erzan e. Bereksê vê dibêje, nirxa bikaranîna elmasê pir kêm e lê nirxa wê ya pevguherandinê pir biha ye.

Smîth “pisporiyê” di warê mîkro û makroyî de rave dike. Karê sektora tekstîlê ya Ingilistana wê demê, bala Smîth dikişîne. Smîth dibêje, ji dêvla ku her karker bi tena serê xwe berekî bi temamî çêbike, karê hilberînê bê senifandin û li karkeran bê payêkirin, dê hilberîneke hîn efektîf bê kirin. Hêla mîkroyî ya vê pisporiyê jî wekî “Teoriya Avantaja Mutleq” bi nav dike. Smîth ji bo vê dibêje, mesela em ferz bikin Ingilistan ji Fransayê bêtir genim û kêmtir nîskan hildiberîne, nexwe divê Ingilistan li ser genim û Fransa jî li ser nîskan hûr bibe û berên din bi riya bazirganiyê bistînin. Lê belê teoriya wî ya avantaja mutleq ji bo welatekî ku di du beran de kêrhatî ye, ne derbasdar e.

Adam Smîth, pêvajoya dîrokî jî wekî “nêrçivanî,” “sewalvanî,” “civaka çandiniyê û feodalîzm” û “kapîtalîzmê” disenifîne. Li gorî Smîth, di serdema nêçirvaniyê de mirov ji bêgavî bi hev re tevdigerin û di vê serdemê de der barê milkdariyê de tiştekî berbiçav tune ye. Smîth diyar dike ku ji ber ku di vê heyamê de çavkanî kêm in, çîneke biîmtiyaz derneketiye holê û bi vî awayî wekheviyeke xwezayî heye. Smîth, ji bo serdema sewalvaniyê jî diyar dike ku kesên xwedî sewal, di heman demê de xwedî hêzeke aborî ne jî û ev yek îşaret bi çêbûna dewletê kiriye. Lê ji ber ku kesên vê heyamê bi piranî koçer bûne, hêza dewletê û derfetên wê di vê heyamê de cihê nîqaşê ne.

Smîth ji bo serdema çandiniyê û feodalîzmê jî îşaret bi çîna lordan a li Ewropayê dike û dibêje çîna lordan çîneke xwedî îmtiyaz e lê hêza wan têra her tiştî nake. Wekî sedem jî dibêje, ji ber ku wê demê bazirganî kêm bûye û çendî genim bihata hilberandin jî lê tiştekî pê bihata pevguherandin tune bûye û ev yek bes bûye sedema xwedîkirina leşkeran. Heman tiştî ji bo serfan jî dibêje. Smîth dibêje ku ji ber ku derfetên milkdariyê kêm bûne serf tim di bin banê lordan de bûne û bi kedeke kêm jiyana xwe domandine.

Smîth ji bo serdema bazirganî û kapîtalîzmê jî ku wê wekî heyama dawî bi nav dike, diyar dike ku mirov xweperest e lê ev xweperestî ne tiştekî xirab e. Berevajî vê dibêje, gava mirov bi xweperestiyê ji bo mifha xwe tevbigere, dê di civakê de harmoniyek (aheng) çêbibe. Û dibêje; mesela ger hûn bixwazin nanekî biçêj bixwin, hûn ê biçin nanpêjeke ku nanê biçêj çêdike û hûn ê nan ji wir bikirin. Armanca nanpêj ne ew e ku nanekî biçêj bide we, armanca wî pereqezenckirin e. Lê bi vê armancê, nanekî biçêj dide we. Gava her kes bi vî awayî xwe aram bike, dê hîn bêtir ber bi xebatê ve biçe û ev jî tê wateya hîn bêtir hilberandina beran. Smîth derpêş dike ku gava li piyaseyê ber zêde û bi qalîte bin, ev yek dê aramiya mirovan zêde bike.

Wekî tê zanîn paşê Marx li hember vê radibe û pêvajoya dîrokî wekî serdema komunal, koletî, feodalizm, kapîtalîzm û komunîzmê disenifîne û derpêş dike ku pergala kapîtalîst, civaka çîndar a dawî ye û ev pergal dê di şerê di navbera bûrjûvazî û çîna karekran de hilweşe û çîna karkeran dê pergala komunîzmê ya bêçîn ava bike.

Her wiha Smîth derpêş dike ku pirsgirêkên piyaseyê jî dê bi alîkariya destekî nedîbar çareser bibin. Bi vî awayî îdia dike ku dê piyase xwe bixwe çareser bibe. Paşê Keynes jî li ber vê radibe  û dibêje ev tiştekî pûç e.

Piyaseya ku Adam Smîth behsa wê dike, berevajî pergala merkantîlîst, hilberandina beran û fiyetê wan ji hêla hêzên piyaseyê ve tên diyarkirin. Yanî Smîth dibêje, ji ber ku ev pergal xwe bixwe dixebite pêdivî bi mudaxileya dewletê tune ye. Bi awayekî dîtir îşaret bi milkdariyê dike û dibêje tenê peywireke dewletê heye, divê mafê milkdariyê hem li hundir hem jî li derve biparêze.

Lê ev Adam Smîthê ku bû sedema pergaleke bûye emelê serê mirovahiyê kesekî çawa bû?