3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Keskîn hat berdan

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn ku li Stenbolê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin hat berdan.

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandibû ku ew li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin.

Eren Keskîn hefteya bihûrî roja şemiyê li gel Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan.

Îro jî polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir û 12 kes kirin binçavan.

Nehat hînbûn ku Erenê ji ber kîjan parvekirinan hatiye binçavkirin. Hat ragihandin ku divê Erenê di nava pênc rojan de here dozgeriyê û îfadeya xwe bide. Erenê li balafirgehê hat berdan.