2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ew ê bibin pira navbera Egeyê û Kurdistanê

Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a li Egeyê piştî Denîzliyê li Aydinê berdewam kir. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku ew ê bibin pira azadî û demokrasiyê ya navbera Egeyê û Kurdistanê.

Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a li Egeyê piştî Denîzliyê li Aydinê berdewam kir. Di vê çarçoveyê de li Taxa Osman Yozgatli ya navçeya navendî ya Efelerê de buroya hilbijartinê hat vekirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Berdevka HDP’ê û Namzeta Partiya Çepên Kesk a Aydinê Ebrû Gunay, Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr û Hevberdevka TOP’ê Perîhan Koca beşdarî vekirina buroyê bûn. Şandeya ku di ketina navçeyê de hat pêşwazîkirin, bi konvoya hat ber buroyê. Xelkê li ser rê û kolanan eleqeyek bi coş nîşanî konvoyê da. Bi sedan welatî li ber buroyê şandeyê pêşwazî kir. Vekirina buroyê veguherî şahiyek bi çoş û peroş.

Perîhan Koca: Em ew gel in ku tu carî serî natewînin

Endama Desteya Berdevkên Topê Perîhan Koca di şahiyê de axivî û da zanîn ku ew li dijî îktidara şer bi karker, jin, ciwanan re tên ser îktidara demokratîk û got: “Em ew gel in ku tu carî serî natewînin. Ji xeynî me hêviya me ji kesî din nîne. Em ê li dijî şerê wan jî aştiyê û edaletê bînin vî welatî.”

Esengul Demîr: Vaye bayê azadiyê rabûye

Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî anî ziman ku ew ê bi serkeftinek ezamet di 14’ê Gulanê de nûnerên bi milyonan bişînin Meclisê û wê encama herî baş a vê hilbijartinê têkbirina îktidarê be. Demîr da zanîn ku kes nikare pêşiya meşa wan bigire û got: “Vaye bayê guhertin û azadiyê rabûye û tê welat. Tu hêz nikare li pêşiya coşa gel bibe asteng.”

Mîthat Sancar: Armanc aştiyeke mayînde ye

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî destnîşan kir ku sedema ku di sed salên vê komarê de nikaribûye bibe bingeha demokrasiyê înkar û neçareserkirina pirsgirêka kurd e û got: “Heta ku wekhevî ji bo kurdan neyê nîşandan, gelê Tirkiyeyê jî dê azad nebe. Em ê wekheviya kurdan misoger bikin da ku azadî pêk were. Ev îktidar li ser polîtîkayên înkarê yên hemû rêveberiyên berê ava bû dimeşe û dijminatiya kurdan derxist lutkeyê. Rêya avakirina Komara Demokratîk şandina bi şandina vê îktidarê ve girêdayî ye. Armanca me ew e ku em aştiyeke mayînde bînin vî welatî.”

Sancar anî ziman ku bajarê Aydinê xwedî girîngiyek taybet e û wiha got: “Ji bo gel dikaribin bi hev re bijîn û di nava jiyanek azad de bin, pêwîste teqez Aydin ji Partiya Çepên Kesk du parlamenteran bijêre û bişîne Meclisê. Parlamenterên me ku ji vir bên bijartin dê bibin pira azadî û demokrasiyê ya navbera Egeyê û Kurdistanê. Heke em nebin wê demokrasî jî nebe. Em ê dawî li vê pergala talanê û kedxwariyê bînin. Ji bo em vê talana gemarî ya sed salî hilweşînin meşa me didome û em ê bi ser bikevin.”

Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hat vekirin.