6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çandar: Ji bo min eşq li Sûrê dest pê kir

Partiya Çepên Kesk ya Amedê hejmara buroyên hilbijartinê yên li Sûrê derxist 3’yan. Namzetên parlamenteriyê gotin ku ‘Dê hesaba Sûrê bipirsin’

Partiya Çepên Kesk bajar bi bajar kolan bi kolan vekirina buroyên hilbijartinê didomîne. Rêxistina Partiyê ya Amedê hejmara buroyên hilbijartinê yên li Sûrê derxist 3’yan. Di vekirina buroya ku bi alên Partiya Çepên Kesk hate xemilandin de namzetên parlamenteriyê Serhat Eren, Ceylan Akça, Sorgul Aytek, Cengîz Çandar û gelek welatî amade bûn. Beriya vekirinê bi muzîkên hilbijartinê yên partiyê govend hate gerandin.

‘Em ê têkoşîna Sûrê qet ji bîr nekin’

Hevserokê HDP’a Amedê Zeyat Ceylan ê ewilî axivî, wiha got: “Ji Sûra qedîm em gelên xwe yên Kurdistan û Tirkiyeyê silav dikin. Li Sûra xwe ya qedîm buroya 3’yemîn vedikin. Em ji her metrekareya Sûrê agahdar in, em ê talankirina Sûrê, qetilkirina canên xwe qet ji bîr nekin. Em ê berxwedan û têkoşîna Sûrê qet ji bîr nekin.”

Dema Ceylan diaxivî polîsan ew hişyar kir, li ser vê yekê girseyê dirûşmeya “Bijî berxwedana Sûrê” berz kir. Ceylan ê axaftina xwe domand, wiha got: “Dengê me nebirin, em ê dengê we bibirin. 6 sal in li vir berxwedanek heye û navê wê Sûr e, kurd in. Kes nikare pêşiyê li vê bigire. Em ê di 14’ê Gulanê de hesaba Sûrê bipirsin. 14’ê Gulanê dê bibe roja tecrîd bişikê û şerê qirêj bi dawî bibe. Dîsa em dîsa serkeftin.”

Namzeta parlamenteriyê Sorgul Aytek jî wiha got: “Têkoşîna Kurdistanê sed sal in didome, em ê demokrasiyê bi jinan re ji nû ve ava bikin. Hêviya me wê qet xelas nebe. Ev partî partiya kurdan e divê sindoq qet tenê neyên hiştin.”

‘Em ê di 14’ê Gulanê de girtiyan azad bikin’

Namzetê parlamenteriyê Serhat Eren jî bal kişand ku hilbijartinên 14’ê Gulanê dîrokî û krîtîk in û wiha got: “Sed salan e bi polîtîkayên qirêj bi serneketin wê di 14’ê Gulanê de jî bi sernekevin, kesên dixwazin me biqedînin, em ê wan biqedînin. 14’ê Gulanê roja hesab pirsînê ye. Em ê ji kesên siyasetmedarên girtin û nahêlin em siyasetê bikin hesabê bipirsin. Em ê hesaba Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel û hemûyan bipirsin. Bi hezaran mirovên me dîl digirin, em ê di 14’ê Gulanê de wan azad bikin. 14’ê Gulanê roja ji kesên malên me gundên me Sûr şewitandî hesab pirsînê ye.”

‘Dengê me kêm bikin jî nikarin heqîqetê tarî bikin’

Li ser mudaxileya polîsan a gotinên Eren ên “Divê birêz Ocalan rola xwe bilîze” girseyê dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kir. Eren axaftina xwe wiha domand: “Hûn dengê me kêm bikin jî nikarin heqîqetê tarî bikin. Ji bo 14’ê Gulanê divê em kolan bi kolan gund bi gund bixebitin. Divê em di 14’ê Gulanê de bi awayekî xurt bikevin Meclisê. Em ê bi gelê xwe re serbikevin. Piştî 14’ê Gulanê wê her tişt gelek baş be. Em ê serbikevin.”

‘Azadî pîroz be’

Namzetê Partiya Çepên Kesk rojnamevan Cengîz Çandar jî bi kurdî got “Ji bo min eşq li Sûrê dest pê kir” û bi tirkî berdewam kir: “Dema herî dawî hatim Amedê Sûr dorpêçkirî bû. Ez wê rojê weke rojnamevanekî li vir bûm. Min Firat Anli, Gultan Kişanak, Hatîp Dîcle dîtibûn, pişt re jî min nekarî li Sûrê binêrim û ji Sûrê veqetiyam. Min navê nivîsa xwe jî kiribû ‘Sûr dilê min e (Suriçi canımın içi). Piştî 7 sal der bas bûn vegeriyam Sûrê. Ez ê ji bo em di 14’ê Gulanê de bêjin ‘azadî pîroz be’ gelek bixebitim û hemû siyasetmedaran bigirim û bînim vê derê. Em ê zarokên Sûrê yên Amedê jinûve bigihînin azadiyê bigihînin Amedê û ji wir jî ji bo pirsgirêka kurd em ê di 14’ê Gulanê de bêjin ‘azadî pîroz be’ heta wê rojê jî Dîsa em Dîsa em.”

Piştî axaftinan bi tevlibûna Dayikên Aştiyê buro hate vekirin. Piştî vekirina buroyê ya bi tilîlî, çepik û govendê hate vekirin namzetan belavok belavkirin.

Namzetên ku li Qada Şêx Seîd bi eleqeyeke zêde ya gel re rûbirû man, wê li navçeya Peyasê serdana dikandaran bikin.