3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

CPT: Di 8 salan de zêdeyî 400 kesî bûne qurbaniyên balafirên artêşa tirk

Piştî 11 rojan ji windabûna du welatiyên ji herêma Şêladizê, duh termê herduyan hatin dîtin ku di encama bombebarana dewleta tirk de şehîdbûne û li gorî amarek di 8 salan de zêdeyî 400 kes di bombebaranên dewleta tirk de bûne qurbanî.

Duh li çiyayê Şirîn li gundê Erdêl ya ser bi bajaroka Şêladizê cenazeyê du welatiyên bi navê Arif Omerî (50) û Ehmed Hesen (35) hatin dîtin ku beriya 11 rojan ji bo komkirina pincarên baharê berê xwe dabûn çiya. Lê herdu welatî di encama êrîşa balafirên dewleta tirk de şehîdbûn. Ev jî yek ji tawanên herî dawî dewltea Tirk li Başûrê Kurdistanê li dijî welatiyên medenî pêkaniye.

Herdu welatî dema xwe dane ber şikeftekî li çiyayê Şirîn li gundê Erdê bûne hedefa balafirên dewleta tirk û jiyana xwe ji dest dane.

Malbatên herdu welatiyên cenazeyên wan hatine dîtin 11 roj li pey çarenûsa wan bûn heya duh serê sibehê cenazeyê wan peydakirin. CPT ragihand ku herdu welatî di encama êrîşeke hewayî ya dewleta tirk de şehîdbûne.

Li gorî amareke Tîma Kurdsidtanê ya Iraqê (CPT) ji meha gulana 2015’an ve heya niha nêzî 150 welatiyên sivîl di encama êrîşên hewayî yên dewleta tirk de şehîdbûne û 260 kes jî birîndarbûne.

CPT êrîşên delweta tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir.