5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Girtiyê ji sedî 98 astengdar e divê bê berdan’

ÎHD’ê a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 577’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist û xwewstin ku girtiyê bi navê Serdal Yildirim ê ji sedî 98 astengdar e were berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 577’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê pêk hat. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û pankarta “Bila girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Serdal Yildirim bê berdan” hat vekirin û dirûşm berz kirin. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser  rewşa girtiyê nexweş Serdal Yildirim ê li Girtîgeha Mêrsînê di Tîpa R’yê de tê ragirtin û ji sedî 98 astengdar e.

Endama Komîsyonê Meryem Bars daxuyanî xwend û da zanîn ku Serdal Yildirim nikare bi tena serê xwe bimîne û bijî û got: “Yildirim terkî mirinê hatiye kirin. Ew ji navê berjêr felc bûye. Nexweşiya mîdeyê pê re heye. Nikare baş têr bixwe û vexwe. Gelek zeîf dibe. Ji ber ku platînên li pişta wî hatine xistin û şiqitîne her tim êşê dikişîne.”

Bars got tevî ku Saziya Tiba Edlî rapora “nikare di hefsê de bimîne” 5 caran daye Yildirim jî bi hinceta “dê gefa ewlehiyê biafirîne” nayê berdan û ev yek raste rast li dijî jiyana wî ye. Bars xwest ku Yildirim demildest were berdan û bang li rayedaran kir ku bi berpiriyariya xwe rabin û raya giştî jî hesasiyetê nîşan bide.