spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tûra hilbijartinê ya Serhedê li Bazîdê ye, tûra Egeyê jî li Aydinê ye

Baskê tûra hilbijartinê yê Partiya Çepên Kesk ê Serhedê li Bazîdê buroya hilbijartinê vedike û bi gel re dicive. Partiya Çepên Kesk di çarçoveya tûra hilbijartinê ya Egeyê de jî li navçeya Efeler a Aydinê buroya hilbijartinê vedike

Baskê tûra hilbijartinê yê Partiya Çepên Kesk ê Serhedê li Bazîdê buroya hilbijartinê ya jinan vedike. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş û namzetên parlamenteriyê tev li vekirina buroyê bûn. Şandeya ku di ketina Bazîdê de hate pêşwazîkirin, ber bi navenda navçeyê ve bi rê ket. Şandeya ji aliyê girseyeke qelebalix ve hate pêşwazîkirin, hatin ber buroya hilbijartinê.

Aydin 

Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a li Egeyê piştî Denîzliyê li Aydinê didome. Di vê çarçoveyê de li Taxa Osman Yozgatli ya navçeya Efelerê de buroya hilbijartinê tê vekirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Berdevka HDP’ê û Namzeta Partiya Çep a Kesk a Aydinê Ebrû Gunay, Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr û Hevberdevka TOP’ê Perîhan Koca beşdarî vekirinê bûn. Şandeya ku ketina navçeyê de hate pêşwazîkirin, bi konvoya dehan wesayîtan hate buroyê. Şandeya ku di rê de rastî eleqeyeke baş hat li ber buroyê ji aliyê sedan welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Di vekirina bi tevlibûneke zêde ya jinan pêk hat de coş zêde ye.