17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amed û Êlihê faîl û aqûbeta windakiriyan pirsîn

Şaxên ÎHD’ê û Malbatên Windakiriyan di çalakiyên xwe yên vê hefteyê de faîlên Alî Çelîk û aqûbeta Kadîr Keremoglû yê windakirin pirsîn.

Malbatên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di çalakiya xwe ya 740’emîn a “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê hatin bahev. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Alî Çelîk ê di sala 1994’an de piştî ku li navçeya Qosera Mêrdînê çû qereqolê hate kuştin, hate pirsîn.

Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn, êrişa hefteya borî ya li Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê hate kirin şermezar kir û anî ziman ku wê tu tundî bê hesab namînin.

‘Polîtîkayên cihekar ên li dijî kurdan tên meşandin’

Zeytûn, bal kişand ser mutalaaya ku dozger duh di Doza Kobanê de pêşkeşî dadgehê kir û wiha got: “Tevî ku gelek caran Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hişyar kir ku Doza Kobanê dozeke siyasiye jî dadgehê ev yek bi tu awayî li ber çavan negirt. Dîsa nûçeyên ku 15 rojnamevanên girtî çêkirine weke delîlê sûc hate hesibandin. Ev hemû di encama polîtîkayên cihekar ên li dijî kurdan tên meşandin de ne.”

Pişt re Endama Lijneya Rêveberiya ÎHD’ê Parêzer Jiyan Ormanli çîroka Alî Çelîk xwend.

Daxuyanî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê ya ji bo Çelîk û hemû windakiriyan bi dawî bû.

Êlih

Li Êlihê jî Malbatên Windakiriyan û endamên Şaxa ÎHD’ê di hefteya 576’an de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistan hatin bahev. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin de aqûbeta Kadîr Keremoglû yê di 14’ê nîsana 1995’an de piştî li Wanê hate revandin û binçavkirin careke din agahî jê nehate girtin hate pirsîn. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Abdûrrezzak Katamaz di daxuyaniyê de çîroka Keremoglû xwend.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.