17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Almanyaye meşa mezin dest pê kir

Li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê bi deh hezaran kes ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropa û Platforma Saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê meşekê li dar dixin. Gel di saetên serê sibê de ji herêmên cuda yên Almanya û Ewropayê hatin û li ber DGB-Hausê kom bûn.

Di meşa ku ber bi qada mîtîngê ve dest pê kir de, pankarta bi zimanê Almanî “Ji Ocalan re Azadî” hate vekirin. Di meşa ku jin li pêş cih digirin de pankartên “Free Ocalan” hatin hildan û dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav’ hatin berzkirin.

Gelê Kurdistanê û dostên wan wê piştî meşê li Rheînparkê mitîngê li dar bixin.