2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Hezexê bi tilîliyan buroya hilbijartinê hat vekirin

Partiya Çepên Kesk bi coşek mezin buroya xwe ya hilbijartinê li Hezexê vekir. Hevseroka Giştî yê DBP’ê Salîha Aydenîz destnîşan kir ku 14’ê Gulanê têkçûyîna faşîzma AKP û MHP’ê ye

Partiya Partiya Çepên Kesk gera Botanê ya tûra hilbijartinê ya li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li navçeya Qoser a Mêrdînê, piştî Nisêbînê dest pê kir û bi navçeya Hezex û Şirnexê berdewam kir. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Partiya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk û namzetên Partiya Çep a Kesk jî di navê de şande hat li ber buroya hilbijartinê ya taxa Turgut Ozalê ya Hezexê. Şande li vir ji aliyê bi sedan kesî ve bi tililî, çepik û dirûşman hate pêşwazîkirin û şandeyê piştre govend gerand.

‘Mifteya aştî û demokrasiyê di destê kurdan de ye’

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên  Kesk Saliha Aydenîz, destnîşan kir ku 14’ê Gulanê têkçûyîna faşîzma AKP û MHP’ê ye û got: “Yên ku digotin em kurdan biqedînin têkçûyîna xwe amade kirin. Tu hêz nikare ber hêza gel bisekine. Hêza gel li vir e û hêza gel di 14’ê gulanê de serweriya xwe îlan bike. Desthilatdar israra xwe ya di şer de dixwaze berdewam bike, lê şer jî nikare wê xelas bike. Mifteya aştî û demokrasiyê di destê kurdan de ye. Ji ber vê hilbijartina 14’ê gulanê ji bo me gelek girîng e û em rola xwe bilîzin.”

Şande piştre bi konvoya girseyî derbasî Şirnexê bû.