spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Azîz Orûç bi ‘Dengê Kuçeyê’ hatiye sûcdarkirin

Di doznameya der barê rojnamegerên girtî de rojnameger Azîz Orûç bi bernameya xwe ya "Dengê Kuçeyê" hatiye sûcdarkirin. Dozger xwestiye ji ber pirsên ku Orûç ji gel kiriye bê cezakirin.

Rojnameger Azîz Orûç ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Amedê tê ragirtin, 14 jê girtî wê bi 17 hevpîşeyên xwe re di 11’ê tîrmehê de derkeve pêşberî dadger. Danişîna wê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a  Amedê bê dîtin. Rojnameger bi angaşta “endamtiya rêxistinê” tên sûcdarkirin. Di doznameyê de rojnameger Orûç bi bernameya ku pêşkêş kiriye û nûçeyên xwe tê sûcdarkirin.

Pirsên ku Azîz Orûç di bernmaya xwe ya “Dengê Kuçeyê” de kirine û bersivên welatiyan sûc hatine hesibandin. Bernameyên ku li ser êrîşên li Herêma Kurdistana Federe, rola PDK’ê ya di êrişan de û polîtîkayên çewisîner ên desthilatê di doznameyê de cih girtine. Di doznameyê de tê angaştkirin ku Orûç “hevokên navtêder û yên bi kîn û nefretê dijminatiya dewletê dikin bi kar aniye”. Her wiha hatiye derpêşkirin ku “dilê ciwanên kurd bijandiye çalakî û serhildanan” û “bi şîrovekirinên xwe tevgera leşkerî ya rewa ya Tirkiyeyê berovajî kiriye.”

Hevpeyvînan kirine hinceta sûc

Her wiha di doznameyê de hevpeyvînên Orûç ku di 22’yê adara 2021’ê de bi welatiyên re kiriye jî sûc hatine hesibandin. Ji xeynî vê hevpeyvînên wî yên li ser êrîşên Şengalê ku bi hevpîşeyên xwe re kiriye û hevpeyvîna wî ya bi Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim re jî sûc hatine hesibandin.

Şahidê veşarî

Beyanên şahidên veşarî û wêneyên wî yên nûçeyan jî sûc hatine hesibandin. Beyanên şahidê veşarî “CV23TY45UP78” ku di heman demê de şahidê veşarî yê doza betalkirina alîkariya xezîneyê ya HDP’ê ye jî, di doznameyê hatine bicihkirin. Vî şahidê ji bo Orûç derpêş kiriye ku “propagandaya rêxistinê” kiriye.”