4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Warê gelan Îdir wê li ber rejîma yekparestiyê rabe

Namzetê parlamenter ê Îdirê Yilmaz Hûnê ji Partiya Çepên Kesk anî ziman ku Îdir bajarê gelan e û di 14'ê gulanê de wê dawî li rejîma yekşexsî bîne.

Bajarê Îdirê mîna prototîpeke biçûk a Tirkiyeyê ye. Li Îdirê ku gelên kurd, kirk, azerî bi sedan sal in bi hev re lê dimînin, di hilbijartinên dawî de HDP bi ser ketibû. Di hilbijartinên 14’ê gulanê de jî namzetên Partiya Çepên Kesk dixwazin bi serketineke nû Îdirê li parlamentoyê temsîl bikin.

Namzetê parlamenteriyê yê rêza yekemîn ê Îdirê perwerdekar Yilmaz Hûnê ji Partiya Çepên Kesk diyar kir ku li meclîsê armanca wan a sereke çareseriya pirsgirêka kurd a bi riya diyalogê ye û got, “Li Îdirê bêkarî, gemarîkirina hawirdorê û bajarvaniya şaş ji pirsgirêkên sereke ne. Deriyê bazirganiya sînor girtî ye. Nifûsa ciwan ji ber bêkariyê koçî derveyî welêt kiriye, penaber bûye. Bajarê me pirçandî, pirnasnamebûn û pirbaweriya xwe parastiye. Divê ev dewlemendî bê parastin û pêşve birin.

Li parlamentoyê em ê ji bo mafên gelbûnê yê gelê kurd, mafên mirovên dezavantaj, li dijî talankirina kedê, ji bo maf û azadiyê, li dijî wêrankirina xwezayê û dejenerekirina ciwanan em ê muxalefeteke çalak bikin.”