3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yenîsahne bi lîstika ‘Serbaz’ derdikeve tûrneya Enqereyê

Lîstika Serbaz ya ku ji aliyê Hrîsto Boyçev ve hatiye nivîsandin ji aliyê Yakup Selîmoğlu ve ji bo kurdî hat wergerandin. Yakup Selimoğlu derhêneriya heman lîstikê kiriye.

Lîstika koma Şanoyê ya Yenîsahne di 20’ê gulanê de wê li eywana Dort Mevsîm Tiyatroyê di saet 20.00’an de derkeve ser dikê.

Mijara Lîstikê wiha ye:

Lîstik li cihekî ku şer dewam dike û ne diyar derbas dibe. Li wir ne “derman, ne nivîn, ne çarşef û ne jî xwarin û vexwarin” heye. Bûyer li manastireke kevin û xirabeya ku kirine klînîka psîkatriyê derbas dibe.

Şeş dînên ku ji bo ku nequfil in bi hev re li heman odeyê dîmînin û bêzirar hene û doktorekî qasî wan cuda lê heye. Serê sibehê sindoqek dikeve hewşa manastirê. Di vê çîrokê de em dibînin ku mirovên “normal” biaqil, ji gel û çandên curbicur ên li Balkanan dijîn nikaribûn jiyaneke hevpar pêk bianiyana lê ev dîn hewld didin ku vê jiyanê pêk bînin.

Çiqas paranoyek û xeyalek be jî ev çîroka trajîkomîk gelekî balkêş e.

Lîstikvanên şanoyê ev in:

Erdal Kaya, Gulistan Şahîn, Kenan Demîr, Mehmet Sevîlgen, Mennan Oncû, Mûrat Kûrhan, Serdar Bîçîmlî, Yakûp Selîmoglû