3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ûçar: Ma ew ên ku mutabaqata Ocalan qebûl nekirin ne hûn in?

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di hevdîtina li Qereçobanê de axivî û wiha got: “Qala pêvajoya çareseriyê dikin. Ma yên ku mase wergerandin û yên mutabaqata birêz Ocalan qebûl nekirin ne hûn in?”

Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a li bajarên Serhedê di roja 3’yan de dewam dike. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş û namzetên parlamenteriyê, îro li navçeya Qereyazi ya Erziromê bi gel re hatin ba hev.  Konvoya şandeyê piştre jî derbasî navçeya Qereçobanê bû. Konvoy, di ketina navçeyê de ji hêla zarok û ciwanan ve bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Şandeyê heta demekî li vir tûr avêt û piştre derbasî pêşiya bûroya hilbijartinê bû.

Tenê dengek jî pir girîng e

Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Mûşê Sezaî Temellî li vir axivî û wiha got: “Em serdema heyî digirin û serdemeke nû didin destpêkirin. Em ê deriyê demokrasî û azadiyê vekin ku hemû gelên Tirkiyeyê bi hêviyeke mezin li bendê ne. Em ê welêt ji vê desthilatdariya zordest rizgar bikin. Lewma her dengek jî bo me pir girîng e. Divê em xwedî li sindoqan derkevin ji ber ku her dengek an jî kursiyek xwedî wê hêzê ye ku rê li ber siyaseta demokratîk veke.”

Roja 15’ê gulanê em ê bi hilweşîna zilma AKP’ê  hişyar bibin

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî got ku ev hilbijartin ji bo kurdan pir girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev hilbijartin ji bo azadiya gelê me pir girîng e. Bila ev îktîdara ku 20 sal in welêt bi zilmê bi rê ve dibe êdî ji Erziromê, ji Kurdistanê biçe. Roja 14’ê gulanê dê bibe roja bê AKP û bê zilm ê. Em dixwazin ku bi saya dengên we serkeftineke mezin bi dest bixin. Gelê me îro mizgîniya serkeftinê daye.”

Bersiva herî baş a gelê me ye

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî diyar kir ku ew parçeyeke têkoşîna qedîm in û wiha domand: “Navê me îro Çepên Kesk e lê em ji têkoşîneke qedîm tên. Gelê me heta niha bersiv daye hemû êrîşan. Di 14’ê gulanê de gelê me dê bersiva herî baş bide. Îktîdar, dirûşma ‘Dema rast, mirovê rast’ bi kar tîne. Anku tenê ew heye. Lê di beyannameya me de hemû kes, gelê me heye. Em ê komara demokratîk ava bikin. Dema gelê me di bin kavilan de, Heyva Sor kon difirotin û em vê îktîdarê ji vir nas dikin. Em vê îtkîdarê ji polîtîkayên şer nas dikin. Em wan ji tecrîdê nas dikin. Dema ew di qesran de dijîn, xelk ji birçan dişikê û em wan ji vir nas dikin. Dibêjin ku qedexeyên li ber kurdî rakirine. Di sala 2014’an de 50 kes ji ber axaftina bi kurdî rastî êrişê hatin, 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û rojnameyên bi kurdî hatin qedexekirin. Kurdî-Der hate girtin û muzîk qedexe kirin. Gelo ma yên heta duh jî digotin yekziman ne hûn in? Wê demê divê em van kesan di hilbijartinê de têk bibin.”

‘Ma yên ku mase wergerandin ne hûn in?

Ûçar, bal kişand ser nîqaşên “pêvajoya çareseriyê” ya nû û ev tişt anî ziman: “Qala pêvajoya çareseriyê dikin. Gelo ma yên mase wergerandin, yên ku mutabaqata birêz Ocalan wergerandin ne hûn in? Ev şerê tê kirin, îktîdar ji bo xwe dimeşîne. Divê em li dijî vî şerî îradeyekê nîşan bidin. Em soz didin ku dem ê vê îradeyê nîşan bidin. Gelo hûn jî li gel me ne ku komarê demokratîk bikin? Em jî amade ne û dê vê jî bi jin û ciwanan re bikin. Mîna hezîrana 2015’an em ê dîsa wan têk bibin. Heta dê serkeftineke ji wê serkeftinê mezintir bi dest bixin.”