spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ferît Şenyaşar: Ez ê bibim dengê kesên zilm li wan hatiye kirin

Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar, diyar kir ku ne Bekir Bozdag desthilat hevrikê wî ye û ev tişt got: “Li kursiyê meclîsê ez ê bibim dengê kesên zilm û neheqî li wan hatiye kirin.”

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, atmosfera hilbijartinê didome û di vê çarçoveyê de partiyên siyasî bi namzetên  ku diyar kirine li bajaran kampanya xwe ya hilbijartinê dimeşînin. Li Kurdistanê, partiya ku bala gel ser namzetên wê ye Partiya Çepên Kesk e.  Yek ji van namzetên ku bala gel li ser e namzetê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar e. Ji ber komkujiya ku di hilbijartinên sala 2018’an de ji aliyê AKP’ê ve li malbata wî hat kirin, raya giştî ya Tirkiyeyê Ferît Şenyaşar û dayika wî Emîne Şenyaşar baş nas dike.

Ferît Şenyaşar û dayika xwe Emîne Şenyaşar, ji 9’ê adara 2021’ê ve bi daxwaza pêk anîna edaletê li ber edliyeya Rihayê nobet digirin. Lê desthilata AKP-MHP’ê hê jî ev daxwaza wan nebersivandiye. Ji ber vê sedemê malbata Şenyaşar bi namzetiya Ferît dixwaze ku dengê xwe yê edaletê êdî li meclîsê bîne ziman û bibe dengê hemû kesên ku zilm û neheqî li wan hatiye kirin.

Ferît Şenyaşar, ji rojnameya me re axivî û pirsên me yên der barê namzetiya xwe de bersivand.

Destpêkê dixwazim der barê namzetiya we de pirs ji we bikim. Bi qasî ku tê zanîn ji bo namzetiyê Partiya Çepên Kesk teklîf li we kiriye? Dikarî ji me re qala pêvajoya namzetiya xwe bikî?

Du sal in bi dayika xwe re li pêşiya edliyeya Rihayê me. Bi dayika xwe re min çalakî kirin. Min û dayika min li pêş edliyeyê kirin nezaretê. Pir zilm û heqaret li me kirin. Ji ber temenê xwe û vê zilmê dayika min gelek aciz bû. Bi nêzbûna hilbijartinê re teklîfa parlamenteriyê destpêkê li dayika min hat kirin. Me ji bo dayika min parlamenterî guncav nedît. Li ser vê teklîf li min hat kirin. Min ji xwe re jî guncav nedît û ji dayika xwe re got, ‘ez ne bi niyet im’. Lê dayika min ji min re got, ‘Bes e kurê min, ez jî êdî westiyame û aciz bûme, nikarim herim û werim. Me bi nobeta xwe dengê xwe li her derê dinyayê da bihîstin. Divê em dengê xwe li meclîsê jî bînin ziman da ku edalet zûtir bi cih bê. Birayekî we yê ku 5 sal in bi tena serê xwe di hucreyê de tê ragirtin heye. Ji bo ku ew zû bê berdan divê tu biçî meclîsê û vê zilm, bêedaletiyê bînî ziman. Heke tu teklîfa ku li te hatiye kirin qebûl nekî ez ê şîrê xwe li te helal nekim’. Piştî van gotinan min jî bi xebera dayika xwe kir û teklîfa li min hat kirin, qebûl kir.

Ji sala 2021’ê ve gelek partiyan serî li we da û piştgirî dan nobeta we. Ji bo ku tê de siyaset bikî we jî Partiya Çepên Kesk tercîh kir. Ji bilî Partiya Çepên Kesk tu partiyan teklîf we kir an na û ji van partiyan we çima Partiya Çepên Kesk tercîh kir?

Ez û dayika xwe ji 2 salan zêdetir e her roj em nobeta edaletê digirin. Emrê dayika min 67 sal in. Her roj li pêş edliyeyê em dibêjin, ‘edalet, heq û hiqûq’. Vê çalakiyê em gelek westandin. Ji ber nexweşiyên dayika min gelê Rihayê ji me dixwest ku em çalakiya xwe li meclîsê bidomînin û daxwazin li wir jî bînin ziman. Di vê çarçoveyê de HDP’ê jî ev teklîf li me kir; heke hûn bixwazin dengê xwe li meclîsê bînin ziman, bên di partiya me de siyaset bikin. Weke ku min li jor jî diyar kiriye me jî vê teklîfa HDP’ê qebûl kir.

Piştî ku me dest bi nobeta edaletê kir hemû mirovên xwedîwijdan û bişeref li doza me xwedî derketin. Rihayî û gelek kesên ji bajarên derdora me hatin serdana me. Di van serdanan de partiyên siyasî yên berjewendiyên wan bi desthilatdarê re tunebûn jî hebûn û piştgiriya me kirin. Hem ji bo me hem jî ji bo tevahiya mirovan edalet xwestin. Ji bilî HDP’ê gelek partiyên din jî teklîfa parlamenteriyê li me kirin. Lê ji ber ku daxwaza gelê Rihayê tevlêbûna me ya HDP’ê bû me jî daxwaza HDP’ê qebûl kir. Piştî ku me dest bi nobetê kir, HDP û parêzerên xwe zêde zêde li me xwedî derketin. Di her dadgehên me de 2-3 parlamenterên HDP’ê bi me re bûn û ji me re dibûn alîkar. Ji ber teklîfên wan spasiya partiyên din jî dikim lê em li gorî daxwaza gelê xwe tevgeriyan û me HDP’ê tercih kir û di Partiya Çepên Kesk de bûn namzet.

Dema ku me dest bi çalakiya xwe ya nobeta edaletê kir, di dilê me qet siyaset derbas nedibû. Me tenê dixwest ku edalet bi cih bê, ji bilî vê daxwazeke me ya din tune bû. Mixabin edalet bi cih nehat, ji bo ku em vê çalakiya xwe hê mezintir bikin meclîs ji me re bû riyek. Bi namzetiya xwe me jî bikaranînê vê riyê qebûl kir. Namzetiya me ne ji bo meqam û pereyan, tenê ji bo pêkanîna edaletê ye. Bi nobeta xwe me ji bo xwe doza edaletê dikir. Lê li meclîsê em ê ji bo hemû kesên ku zilm li wan hatiye kirin û bê kirin doza edaletê bikin.

Li herêma xwe ya hilbijartinê ango li Rihayê, ji bo hilbijartina xwe hûn ê kampanyayeke çawa bimeşînin?

Dema ku me li ber edliyeya Rihayê dest bi nobeta xwe kir, me got ku heta edalet pêk neyê em ê dev ji çalakiya xwe bernedin. Dema ku min namzetiyê qebûl kir jî ev rewş ji hevalên HDP’ê re anî ziman û got ku em ê dev ji nobeta xwe bernedin. Wan jî qebûl kir û xwestin ku piştî nobetê tev li xebatên xwe yên hilbijartinê bibim. Li gorî vê, em êdî nobeta xwe saet di 15.00’an de bi dawî dikin û ez tev li kampanya xwe ya hilbijartinê dibim. Hem li Pirsûsê hem jî li navenda Rihayê kampanya xwe bi hevalên HDP’ê re didomînim. Li Pirsûsê, jixwe ji sedî 90’ên navçeyê li çalakiya me xwedî derdikeve. Hêvî û daxwaza me ew e ku em li Rihayê di asta rekorê de deng bigirin. Lewre kesê ku bêedaletiyê mezin kiriye jî li Rihayê bûye namzet. Ew jî rewşa me dizane û dizane neheqiyek bûye. Lê tevî vê jî li parlamenterê partiya xwe yê li nexweşxaneyê li dijî malbata me komkujî pêk anî xwedî derket. Ji ber vê sedemê ez ê di kampanya xwe de vê rewşê her bi bîr bixim û bînim ziman ku kesên zilmê dikin çawa dikarin ji gelê Rihayê dengan bixwazin.

Weke ku hûn jî dizanin li herêma we ya hilbijartinê Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag jî namzet e. Weke ferdekî malbata Şenyaşar ku bi sedan roj in li edaletê digerî namzetiya Bozdag a li Rihayê çawa şîrove dikî?

Rast e weke min li jor jî diyar kir Bekîr Bozdag jî li Rihayê bûye namzet. Em wî ji xwe re weke hevrik nabînin. Lê bêdaletî û zilma ku kiriye em ê bînin ser ziman. Hevrikê me hikumet e, desthilat e. Em niha li ser çûna desthilatê dixebitin û li riyên têkbirina wê digerin. Jixwe hemû kesên ku li Rihayê xwedî wijdan in, nobeta me dişopînin. Dema ku em li nav bajar digerin, esnaf pêşiya me digirin û dibêjin, ‘doza we doza me ye, wijdana me bi we re ye. Rûyê Bekîr Bozdag tune ye ku derkeve nav gelê Rihayê û serdana esnafan bike. Heke derkeve jî em wisa bawer in ku gel pirsa nobeta me jê bike û bibêje, ‘Çima ew dayik du sal in li pêşiya edliyeyê ye’? Bersiva wan ji bo vê pirsê tune ye. Ji ber vê sedemê jî em texmîn dikin ku wê Bozdag bi randevûyan serdana milet bike. Yanî pêş de wê jê re girse eyar bikin û wisa biçe nav milet. Heke wiha neke û rast e rast bikeve nav gel wê nobeta me li rûyê wî bê vegotin.

Beriya hilbijartinê Bekîr Bozdag hat edliyeya Rihayê lê di deriyê paş re ket edliyeyê û wisa jî jê derket. Bi vê tirsê hat edliyeyê. Kesekî wiha ku ji dayikekê ditirse û ji bo ku çalakiya dayikekê nebîne di derê paş de bikeve edliyeyê wê bi çi rûyî derkeve nav gel û bigere? Bi namzetiya Wezîrê Edaletê wê AKP hê zêdetir dengên xwe li Rihayê kêm bike. Lewre gelê Rihayê bi tevahî ji vê bêedaletiyê haydar e. Sedema bêedaletiya li me Bekîr Bozdag e.

Armanca we ya siyasetê çî ye? Hûn ê li Meclîsê têkoşîneneke bi çi rengî bidin?

Di tevlêbûna min a siyasetê de populîzm tune ye. Em ji populîzmê hez nakin. Xwendina min a mektebê li ser aboriyê ye lê ev du sal in em li pêşiya edliyeyê doza edalet û hiqûqê dikin. Ji ber vê sedemê ez ê li meclîsê li ser edalet, mafê mirovan û hiqûqê bixebitim. Li kursiyê meclîsê ez ê bibim dengê kesên ku li vê erdnîgeriyê zilm û neheqî li wan hatiye kirin. Ev kî dibe bila bibe ji bo min ferq nake. Gelek mirovên me ji ber ku nêrînên xwe yên siyasî parve kirine hatine girtin û niha di girtîgehan de ne. Ez ê bibim dengê van kesên ku ji ber nêrînên xwe yên siyasî hatine girtin. Dîsa bi hezaran kes bi KHK’an ji kar hatine derxistin û neheqî li wan hatiye kirin, ez ê daxwazên van kesan jî bînim ziman.

Piştî bibî parlamenter wê aqûbeta nobeta we ya edaletê çawa be? Wê nobeta we bidome yan na?

Heta bibim parlamenter em ê nobeta xwe ya li pêşiya edliyeyê bidomînin. Heke di 14’ê gulanê de bêm hilbijartin û bibim parlamenter jî em ê nobeta xwe ya edaletê bi tevahî neterikînin. Em niha heftê 5 rojan li ber edliyeyê nobeta xwe didomînin. Heke bibim parlamenter jî em ê heftê rojek an du rojan bên pêşiya edliyeyê û nobeta xwe bidomînin. Jixwe dema ku kesên li nexweşxaneyê komkujî pêk anîn bên girtin û birayê min bê berdan em ê nobeta xwe bi dawî bikin. Heta birayê me yê girtî neyê berdan em ê nobeta xwe ya li ber edliyeyê bi dawî nekin. Tenê belim rojên nobetê kêm bikin.

Heke biçim meclîsê, zilm û neheqî li kê hatibe kirin ez ê bibim dengê wanû van mijaran bikim rojev û bînim ziman. Heta ku edalet pêk neyê jî ez ê vê têkoşîna xwe bidomînim û ji bo her kesî edaletê bixwazim. Li Meclisê ez ê dozên zilm û neheqiyê bişopînim û piştgiriyê bidim kesên zilm û neheqî li wan hatiye kirin. Tev li danişînên wan bibim.

Ferît Şenyaşar kî ye?

Ferît Şenyaşar, kurê Hecî Esvet û birayê Celal û Adil Şenyaşar ê ku li navçeya Pirsûs a Rihayê ji aliyê xizm û parastvanên parlamennterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin e. Ferît Şenyaşar, ev pirsa me bi van gotinan bersivand: “Ferdê 4’emîn ê malbateke dilnizm im. Em 7 xwişk û bira ne. Em di hêla aboriyê de di nav şertên gelek zehmet mezin bûn. Min jiyana xwe ya dibistanê piranî li dibistanên şevînî derbas kir. Ez ji beşa Îktîsadê ya Zanîngeha Înonuyê mezûn bûm. Li Pirsûsê min 8 salan mamostetiya biheq kir. Em malbateke bawermend in. Mehek beriya komkujiyê ez û dayika xwe ji umreyê hatibûn. Zewicandî me û 2 zarokên min hene. Niha bi dayika xwe ya ku di rojeva Tirkiyeyê de re têkoşîna edaletê didim.”