7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Siwarê ‘Em Hatin’ xweş dibezin

Repbêj Reqso der barê derketina çîroka ‘Em Hatin’ de diyar kir ku fikir û ramanê wan herikîne, wan pênûsa xwe tûj kiriye û hibr herikandiye ser kaxiz û pergala kar bi awayekî profesyonel di hedê xwe de di rêk û pêkbûna xwe de meşiyaye.

Sîmyager, Reqso û Ronî Artîn sê repbêjên kurd in. Bi teşeyê muzîka rap bi kurdî xebatê pêk tînin. Dixuyê ku rapa wan bi awayekî têr û tije bala muzîkhezên kurd dikişîne. Gotin û hêmayên pir biwate û kûr rapa wan dixemilînin. Xebatên her sê repbêjanbala  derdora siyaseta kurd jî kişandiye. Strana hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a ‘Em Hatin’ bi deng û rapa her sê repbêjên ciwan bûye dengê qada hilbijartinê ya 2023’yan. Gotin, muzîk û klîba ku li gelek deverên Kurdistanê hatiye kişandin bi wate, hêma û dîmenên xwe têr û tije ye. Bi munasebeta strana ‘Em hatin’ li ser navê Sîmyager, Ronî Artîn, rapbêjê ciwan Reqso ji rojnameya Xwebûnê re axivî.

Ne kom in weke takekes dixebitin

Rapbêjê ciwan Reqso di serî li ser şaşfêmkirina der heqê wan de anî ziman û wiha got: “Em bixwe ne komeke muzîkê yan jî koma rapê ne em hemû xweser in, rapbêjên takekes in, em ji bo projeyeke komxebatî/kolektif gihiştin hev û me karekî wisa derxist  holê, hêvî dikim li gorî dilê guhdar û temaşevan be li ser navê hemû hevalên ku ked dane stranê spas dikim.”

Rapbêj Reso diyar kir ku çîroka derketina strana ‘Em Hatin’ li ser ecibandina muzîka wan a ji aliyê berpirsiyarên partiyê pêk hatiye û wiha dewam kir: “Hevalên berpirsiyar dema kar û xebatên me temaşe kirin gelek ecibandin bi me hemûyan re yek bi yek ketin têkiliyê, xwestin em bi hev re karekî serkeftî çêbikin û me bi hev re zend û bend ba dan û tiştên ku ji dilê me, fikir û ramanê me herikî me pênûsa xwe tûj kir û me hibr herikand ser kaxiz. Pergala kar bi awayekî profesyonel di hedê xwe de bi rêk û pêkbûna xwe de meşiya. Em ê roj bi roj di her qadê de serkeftîtir jêhatîtir bibin, îcar kî çawa bi nav dike bi qîma xwe ye, karê ku me derxistiye holê diyar û aşkera ye, em weke rapbêjên kurd şanaz in ku me strana hilbijartinê bo mirovên xwe straye.

Bixwe helbesta stranê nivîsîne

Repbêj Reqso ji bo nivîsandina helbesta stranê jî ev agahî da û got: “Şert û mercekî teqez ê rapbêjiyê heye; heger kesayetek ji xwe re bêje rapbêj hewce ye gotinên xwe bixwe binivîse, fikriyeta xwe bixwe bîne ser ziman daku wate û sekna rapbêj qewî bibe, ev ji bo me gelek girîng e. Hemû rapbêjên di strana ‘’Hatin Em’’ a hilbijartinê de cih girtine gotinên xwe bixwe nivisîne, her yek me li ser mijareke hûr dibe em her sê rapbêj Reqso, Sîmyager û Ronî Artîn bi şêweya xwe ya taybet xwe rave dikin. Her wiha bingeha muzîkê Kejoo Beats bixwe amade kiriye beatên (bingeha muzîkê ya rapê) ku bi şêweya xwe çêdike di platformên dijîtal û medyaya civakî de gelek bi hezkirin tê guhdar kirin.”

Reqso di dewama axaftina xwe de kakilê strana ‘Em Hatin’ wiha diyar kir: “Çawa ku her stranek tehmeke wê heye, hewce ye aheng û atmofera straneke hilbijartinê jî bi kod û serpêhatiyên civakê ve werin girêdan û wisa were xemilandin. Hûner ji serpêhatiyan pêk tê erdnîgarî û xaka em têde dijîn gelek bûyer qewimîne, ev jiyandin û hestpêkirin ji me re dibin çavkanî em berhemên xwe bi van hurgiliyan hildiberînin.”

Reqso derhênerê klîbê jî ji bîr nekir û got: “Derhênerê klîbê İbrahim Çelîk e, her wiha edît reng û montaj jî di nav de”.

Ji bo Amed Sporê stran di rê de ye

Reqso der barê naveroka helbestên rapê û grîngiya teşeyê muzîkê yê rapê wiha anî ziman: “Em li ser hemû hal û hewalên jiyanê stran û berheman çêdikin, bi taybetî rapbêjên kurd di warê piralîbûnê de bi xeml in, hewce ye hemû saziyên me pêşiya rapa kurdî bi taybetî vekin û bibin pêşeng ku ciwan xwe bikaribin bi şêweya rapê rave bikin, di sedeya 21’ê de teqez hewce ye rapa kurdî di civaka me de bibe muzîka sereke ku ciwan bikaribin li çand û nasnameya xwe xurtir xwedî derkevin, heta reşiktiya di nava damarê her kurdekî de derkeve holê em ê sewta rapa kurdî û çanda hîp-hopê li her aliyan, li hemû dinê bang bikin. Bi taybetî ez dixwazim mizgîniyekê bidim we di siberojê de em dixwzim ji bo Amed Sporê staraneke bi şêweya rapê çêbikin em ê li hemû deskeftiyên xwe xwedî derkevin. Armanca me ew e, em ciwanan han bidin li ser riya heqiqatê, xwenasiyê.”

Reqso, der barê pêşeroja xebatên her sê ciwanan de ev yek anî ziman û axaftina xwe qedand: “Ji bo karê ku me çêkir re sê kes pêwîst bûn, dibe ku sibe rojê de em rapbêjên kurd bi karên kolektîf de bi dehan bi hev re bikaribin bixebitin, em mînakek in bo hemû stranbêj û hunermendên kurd re ku bikaribin di her warî de bigihin hev ji bo çanda xwe û  zengîniya şaristaniya me bidin nîşandan, bidin nasîn”.