5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Dihê peyameke xurt a ‘Em ê îktîdarê têk bibin’

Partiya Çepên Kesk li navçeya Dihê bûroya hilbijartinê vekir. Di vekirina bûroya hilbijartinê de peyama “Em ê di 14’ê gulanê de îktîdarê têk bibin” hate dayîn.

Partiya Çepên Kesk tûra hilbijartinê ya li herêma Botanê li Sêrtê didomîne. Şandeya ku Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk jî di nav de bû, li navçeya Dihê tev li vekirina bûroya hilbijartinê bû. Partiyiyên li pêşiya avahiya partiyê hatin ba hev, heta demekê govend gerandin û piştre jî heta pêşiya bûroya hilbijatinê meşiyan.

Em ê ji vê rejîmê trizgar bibin

Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk li vir axivî û got ku hewcehî bi xwîşk-biratiya gelên kurd û tirk heye û anî ziman ku divê xwe ji vê rejîma yekzilamî rizgar bikin.

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî diyar kir ku dikevin hilbijartineke dîrokî û ev tişt anî ziman: “Vî gelî li hemberî rejîma yekzilamî tu carî vîna xwe teslîm nekir. Vî gelî ji dîrokê gelek derbe xwarin, qeyûm hatin tayînkirin lê tu carî rûmeta xwe teslîm nekir. Li vî welatî gelek pirsgirêk hene lê gotinên me jî pir in. Partiya Çepên Kesk pêvajoyeke nû li vî welatî da destpêkirin. Gelê kurd di mijara têkbirina rejîma yekzilamî de biryara xwe daye. Em ê pêvajoya nû bi hev re bidin destpêkirin.”

‘Em ê îktîdara faşîst hilweşînin’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîzê jî bal kişand ser girîngiya Dihê ya têkoşîna gelê kurd de û wiha pê de çû: “Ji ber vê ye ku zilma xwe ya li ser Dihê zêdetir dikin. Dê her tim zextên xwe yên li ser gelê kurd zêdetir bikin. Em ê li dijî dewletê, li Kurdistanê 14’ê gulanê veguherînin roja azadiyê. Lewma divê em kolan bi kolan, mal bi mal xebatên xwe bidomînin. Divê em yekitî û tifaqa xwe mezintir bikin. Em ê vê îktîdara faşîst di 14’ê gulanê de hilweşînin. Em ê Kurdistana azad û Tirkiyeye demokratîk ava bikin. Em ê her sê hevalên xwe yên Sêrtê bişînin meclisê.”