28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îran û Erebistana Siudî dest bi geştên hewayî dikin

Berpirsê ofîsa Wezareta Derve ya Îranê Mihemed Beheştî diyar kir ku geştên hewayî yên navbera Îran û Siudiyê de wê demeke nêz de dest pê bikin.

Berpirsê ofîsa Wezareta Derve ya Îranê Mihemed Beheştî ji ajansa Îrnayê re axivî û ragihand ku wê demeke ji ya din zûtir geştên hewayî ên di navbera Erebistana Siudî û Îranê de dest  pê bikin. Mihemed got ku niha şandeyek Siudiyê li bajarê Meşhedê yê Îranê ye.

Her wiha Mihemed da zanîn ku wê balyozxane û konsolxaneyên giştî yên Îranê jî li Ziyar û Cîdeyê werin vekirin.

Serokê şandeya Siudî Nasir Bîn Ewad jî got; “Ev hevdîtin di meha remezanê de pêk hat û cihê xêr û bereketê ye. Piştî çend rojan em ê vegerin Siudiyê û li benda hecî û bazirganên Îranê ne ku bên Siudî.”