6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bê delîl 26 sal in girtî ye

Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 403’an de li pêş Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê çalakiya xwe berdewam kirin. Rêveberên ÎHD’ê di çalakiyê de pankarta “Dermankirin maf e, nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş serbest bên berdan” vekir. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Îhsan Seylan, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê li girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ye û xwest Ozkan serbest bê berdan.

Îhsan Seylan anî ziman ku Ozkan bê delîl hat girtin û cezakirin û wiha got: “Ozkan 83 salî ye. 26 sal in bê delîl girtî ye. Di sala 1996’an de li Mêrsînê bê sedem û delîl binçav kirin û girtin. 12 rojan îşkence lê hat kirin. Ji ber pir zêde îşkence li wî kirin gelek nexweşî pêre çêbûn. Di sala 1999’an de bê delîl û belge ceza kirin. Ozkan, girtiyê nexweş e û rewşa wî giran e. Heta niha 5 caran qeyrana dil derbas kir. 4 caran anjiyo bû. 10 sal in di dilê wî de stend heye. Bi nexweşiya KOAH’e ye. Nikare bi hêsanî nefesê bigire û bistîne. Dîsa tansiyona zêde pêre heye. Bi hêsanî nabîne û nabihîze. Nexweşê Alzheimerê ye. Nikare xwe bi ava germ bişo. Di sala 2015’an de ji sedî 87 rapora girtiyê nexweş dan Ozkan, lê nayê berdan.

Saziya Tipa Edlî (ATK) rapora “dikare li girtîgehê bimîne”da Ozkan Di kanûna 2021’an de şandin Saziya Tipa Edlî.Dema ji Stenbolê birin Amedê dîsa bi nexweşiya koronayê ket. Demekê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargilê derman bû. Nexweşiyên kronîk  ên giran pêre hene. Ji ber van nexweşiyan hefteyê 3 caran radikin nexweşxaneyê.

Li gel van nexweşiyan Ozkan hê jî bi israr tê girtin. Divê Ozkan bi lez serbest bê berdan.