spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Desaî: Tecrîd nayê qebûlkirin!

Konferansa “Li Dijî Siyaseta Tecrîdê Mafê Aştiyê” ya ku Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Hiqûqê ya Civakî (TOHAV) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) organîze kir pêk hat. Parêzerê Serokê Efrîkaya Başûr Nelson Mandela Siraj Desaî di rûniştina yekemîn a konferansa bi sernavê “Tecrîd, Hiqûq û Siyaset” de axivî û behsa serpêhatiya Mandela û Kongreya Neteweyî ya Efrîkayê (ANC) kir. Desaî diyar kir ku astengkirina hevdîtina Abdullah Ocalan a bi parêzer û malbata xwe re, binpêkirina mafên mirovan e û tecrîd nayê qebûlkirin.

Desaî bi bîr xist ku wî 25 salan dadgêrî kiriye û destnîşan kir ku bi salan e li gel têkoşîna hiqûqî, di warî siyasî de jî têdikoşe. Desaî da zanîn ku gelê Efrîkaya Başûr bi salan bedelên têkoşîna xwe ya demokrasiyê dan û got ku Nelson Mandela pirsgirêka demokrasiyê ya li welêt çareser kir.

Desaî anî ziman ku ew li Efrîkaya Başûr ji bo demokrasiyê kampanyayên cur bi cur dimeşînin û Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) ku wan wê demê ava kiriye, ji aliyê hin derdoran ve wek “terorîst” hatiye binavkirin. Desaî têkildarê pêvajoyên têkoşînê jî axivî û ev agahî dan: “Afrîqaya Başûr di bin tecrîdê de bû û me biryar da ku wê biguhêrin. Gelek kes li dijî têkoşîna ANC’ê ya ku hat avakirin bûn. Rayedarên Dewletên Yekbûyî jî bertekeke bi heman rengî nîşan dan. Me di têkoşîna xwe de mafên xwe yên siyasî, maf û azadiyên Reşikan xwest. Di nava tevahiya civakê de newekhevî hebû û em pê re têdikoşiyan. Li gel kampanyaya navneteweyî, bi çekdarî têkoşîn hat kirin. Ji bo serkeftinê têkoşîna çekdarî bandoreke mezin kir. Serkeftina vê têkoşînê ew bû ku; ji bo kesên ku tecrûbeyên Efrîkaya Başûr dizanin min got. Di sala 1991’ê de li Angola û li deverên din ji aliyê hêzên ANC li Kubayê ve hat perwerdekirin û piştgirî dan hêzên me. Di têkoşîna dawîn de jî keda wan heye. ”

Desaî da zanîn ku wan dadgehên, Mandela û hevalên wî lê hatine darizandin ji destpêkê ve weke qada têkoşînê dîtine û got: “Me ji bo Mandela û hevalên wî jî kampanyayên navneteweyî li dar xistin. Ez bi xwe 15 salan ji bo vê xebitim. Me li dadgehan serweriya hiqûqê diparast. Jixwe hemû sîstem û rejîma vir li ser vê yekê bû. Piraniya kesên di girtîgehê de çalakkerên siyasî bûn. Helbet Nelson Mandela di warê têkoşîna me de rêberê me yê efsanewî bû. Me li dijî rejîma parçebûyî em bi wî awayî têkoşiyan. Me jî ji bo Mandela, bi taybetî di rojbûna wî de gelek kampanya meşandin. Me kampanyayên xwe li gorî pîvanên navneteweyî meşandin. Dema ku di girtîgehê de bû ji bo mezinkirina têkoşînê weke sembolekê dihat bikaranîn. Helbet me di zindanan de jî ji bo kesên din şer kir. Parêzeran jî hewl dan ku taktîkên cuda bi kar bînin. Me di gelek têkoşînan de mafên xwe bi dest xistin. Weke mînak me giranî da ser karkirina rast a desteya hilbijartinê. Ji bo vê serkeftinê hevalên me yên jiyana xwe ji dest dane jî hene.”

‘Ez li dijî tecrîdê bi hêrs im’

Desaî li ser rewşa Mandela ya wê demê ya di girtîgehê de jî axivî û got: “Girtiyê ku cezayê hetabihetayê lê hatiye birîn, helbet divê nûnerê wî yê hiqûqî hebe. Mandela ji roja ku hatiye girtin û heta roja hatiye berdan, ji 6 mehan carekê hem parêzer hem jî malbat dikarîbû biçe hevdîtinê. Ez bi xwe jî, min dikarîbû biçim Girava Robanê. Yanî dixwazim vê yekê bibêjim ku têkiliya me bi miwekîlê me re hebû. Şert û merc çiqas xerab bûna jî me dikarî biçûya ew bidîta. Dema min bihîst ku ev demeke dirêj e bi Ocalan re têkilî û hevdîtin nîn e, hêrseke mezin bi min re çêbû. Hiqûqa navneteweyî vê yekê qebûl nake. Hiqûqa navneteweyî hem di pêvajoya dozê de hem jî di dema cezakirina we de rê dide hevdîtina we. Tenê ji ber ku ceza li we hatiye birîn nayê wê wateyê ku hûn ê bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê nekin. Divê hevdîtinên vekirî bihên kirin. Di vê rewşê de, ev dibe sedem ku guman zêde bibe. Divê ev rewş di raya giştî ya cîhanê de bibe sedema gumanê. Me li dijî her qedexeya hevdîtinê kampanya çêkirine. Me ji bo girtiyên li Filistînê kampanya li dar xist. Hevnedîtina parêzer bi muwekîlê xwe re binpêkirina mafan e. Di asta hiqûqa navneteweyî de jî binpêkirinek e. Di pergala hiqûqê de tu wateya ku kesek girtî be û careke din neyê dîtin nîn . Em teqez tecrîda li ser kesekî qebûl nakin.

Di têkoşîna xwe ya hiqûqî de me hewil da ku di navbera hiqûqa navneteweyî û hiqûqa xwe de têkiliyekê saz bikin. Ya ku em jê re dibêjin qanûn, bê guman dibe ku ji hêla kesên din ve were guherandin. Lê xwenegihandina girtiyan nayê qebûlkirin. Ez nikarim ji bo têkoşîna we reçeteyekê binivîsim. Lê ez dikarim bibêjim ku şerê we şerekî hiqûqî ye. Rewşa Ocalan jî ev e. Helbet em behsa şert û mercên Ocalan nakin, ez tenê diyar dikim ku divê hevdîtin bi rêk û pêk bibin. Divê ev nêrîn neyên minaqeşekirin. Ez behsa binpêkirina hiqûqa navneteweyî dikim. Ez dibêjim ku ev binpêkirina mafên mirovan e.”

Desaî nakokiya hiqûqa navneteweyî jî rexne kir û wiha got: “Hiqûqa navneteweyi her tim li ser binpêkirina mafên mirovan daxuyaniyan dide. Lê her tim binpêkirinên mafan binpê dike. Saziyên DYA’yê li ser hiqûqa navneteweyî pir diaxivin, lê van binpêkirinan jî dikin. Tevî van hemûyan jî divê têkoşîn her hebe. Mixabin em di demên xerab de dijîn. Hiqûqa navneteweyî hem di warê teorî de hem jî di pratîkê de dihê binpêkirin. Binpêkirin ne tenê li Efrîkayê, li hemû dewletan jî pêk tên. Welat jî qanûnên xwe binpê dikin.”

Desaî herî dawî bal kişand ser cezayê heta hetayê û wiha got: “Kesên ku cezayê hetabihetayê li wan tê birîn, nikarin heta bi hetayê di girtîgehê de bimînin. Nelson Mandela jî piştî 20 salan tevî rejîma Apartheîd ji girtîgehê derket. Em behsa demeke pir dirêj dikin. Kesên ku li gelek deverên cîhanê bi cezayê heta bi hetayê tên mehkûmkirin nêzê 20 salan di girtîgehê de dimînin. Sedema ku girtiyek piştî 20 salan jî nayê berdan ew e ku ew hîn difikire ku dibe zirarê bide civakê. Ji bo azadiya Ocalan biryara siyasî pêwist e. Divê ev biryar jî maqûl û mentiqî be. Divê berdan bibe wesîleya aştî û bandorê li civakê bike.”