30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Li Îmraliyê îşkence heye’

Di konferansa ‘’Li Dijî Siyaseta Tecrîdê Mafê Aştiyê’’ ya ku Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînê Huqûqê yên Civakî (TOHAV) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li dar xist de niqaşên girîng hatin kirin. Di konferansê de hat diyarkirin ku tecrîda li Îmraliyê îşkcenceyek mezin e û divê muxaleft derkeve derveyê xetên sor ên bîr û doza fermî. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn axivî û anî ziman ku tecrîd û rewşa nehiqûqî li gelek cihan heye û pirsgirêkên ji ber tecrîd û nehiqûqiyê diqewimin yek in û wiha got: “tecrîd bêdengkirina kesên muxalif e. A rast, em tev tecrîdkirî ne. Divê mirov hinek behsa Kurdistanê bike. Kurdistan erdnîgariyek e ku kirine çar parçe. Her çar dewlet û hêzên emperyalîst bi vê pirsgirêka mezin re têkildar in. Lewma çareserbûna pirsgirêkê ne wisa hêsan e. Ne bi tenê dewletekê ya jî çar dewletan û hemû dinyayê eleqedar dike. Sedema bingehîn a çaresernebûnê jî ev e.“

‘Ji hev ne cuda nin’

Keskîn Dadgehên Îstiqlalê bi bîr xist û derbirî ku li ser vê erdnîgariyê komkujî her tim bûye qilifê hemû sûcên li Kurdistanê hatine kirin û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê kesên îro ji xwe re dibêjin muxalîf wek ku her tişt nû qewimîbe diaxivin. Ji ber ku cara yekemîn e destê xwe bi kemalîstan dikin. Dengê xwe ji hemû neheqîyên komara ava kirine re nekirin. Îro ku destê xwe bi wan dikin dengê wan dertê. Têkiliya bi SADAT’ê re û bi Mistefa Kemal a bi Topal Osman re ji hev ne cuda ye. Her tim hêzên paramîlîter ên wiha hebûne.“

Keskîn anî ziman ku şerê kemalîst û îslamparêzan ne ji dil e û wiha lê zêde kir: “Gava mesele dibe Kurdistan û komkujiya Ermenan û Dersim, dibin yek. Em di nav şerê wan de tengavî bûne”

‘Pergala li dijî hiqûqa xwe ava kirin’

Keskîn bal kişand li ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Gava Ocalan cara ewil anîn Tirkiyeyê em 12 parêzer çûn dozgêriya Yalovayê, dozgêr got ku kesê rayedar ne ez im. Em bêseb û hedan li erkdaran digeriyan. Dozgêr bi israr digot ku kî rayedar e nizane. Di pergala hiqûqê ya asayî de erkdar ew e. Li Îmraliyê pergalelek li dijî hiqûqa xwe ava kirine. Ji roja ewil ve tecrîd li wir berdewam e. Tecrîda li wir, Îmrali bixwe girêdayê Daîreya Şer a Taybet e.“

Keskîn da xuyakirin ku saziyên hiqûqê yên navneteweyî şirîkê sûcên nehuqûqiyên li Tirkiyeyê ne û wiha dawî kir: “Bi erka xwe ya venihêrînê ranabin. Ji ber ku tiştekî nakin em li vir in. Xwe li nedîtina sûcên Tirkiyeyê datînin. Siyaseta Kurdan, jin û pêkhateyên din tev bi hêz in. Hêza ji serbixwebûna me tê. Her kes jê bi bandor dibe. Ez jê bawer im. Ji xeynê bawerkirina ji hevdu me tu rê nîn.“

‘Îşkenceya giran heye’

Parêzerê Buroya Hûqûqê ya Asrinê Cengîz Yureklî axivî û diyar kir ku zirarên derûnî yên bi cidî yên tecrîdê hene û tecrîd cezayekî zêde giran e, nayê qebûlkirin. Yureklî da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan incomunicado ye û got: “Incommunicado rêbazeke îşkenceyê ya giran e û ev rêbaz bi peymanên navneteweyî hatiye qedexekirin.

Yureklî destnîşan kir ku CPT’yê têgiha ‘’Incommunicado’’yê rasterast ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi kar aniye û ji sala 2016‘an ve incommunicado berdewam e û ev tişt got: “Bi çalakiyên salên 2016 û 2019‘an encax têkilî bi Îmraliyê re hatiye danîn. Sal û du meh in tu têkilî pê re nehatiye danîn. Haya me ji wan nîn e, rewşa wan çawa ye em nizanin. Bersiva serlêdanên me nadin. Divê CPT were vir û biçe Îmraliyê, lê nayê. CPT berê ne wisa bû. Heta bi niha 8 caran çûye Îmraliyê.“

Sekretera Giştî ya OHD’ê Rengîn Ergul di rûniştina duyemîn a konferansê de axivî bi lêv kir ku “Mafê Hêviyê“ bi cezakirina bi cezayê hetabihetayê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi vir de nayê naskirin û wiha got: “Ji bo ku Rêzdar Ocalan ji efûyê û berdana bi şert û merc sûdê wernegire cezayê îdamê veguherandina cezayê mayîna hetabihetayê di girtîgehê de. Bi guhertîna dawîn a di qanûnê înfazê girtiyên siyasî ji derveyê qanûn hatin hiştin. Desthilatdariya siyasî dibêjê bila girtî mirî ji girtîgehê derbikevin. Tu hêvî nîn e. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê di biryara têkildarê Ocalan de hukm kir ku nebûna mafê hêviyê tê wateya binpêkirina qedexeya êşkenceyê. Tirkiye mejbûr e planekî çalakiyê pêşkêş bike. Nabe ku mirov azadiya Ocalan û mafê wî yê hêviyê bihêle ji wijdanê çend parêzeran re bihêle. Divê civak lê bibe xwedî.“

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan ê li ser heman mijarê axivî got ku ji avabûna Komara Tirkiyeyê ve di qanûnên Tirkiyeyê de cihêxwazî heye û divê qanûnê cezayê înfazê bihê guherandin û yê têkoşîna bi terorê re jî bihê rakirin. Turkdogan derbirî ku cezayê girtîgehê yê hetabihetayê cezayê mirinê yê dirêjkirî ye û got ku cezayê hepsê yê hetabihetayê yê Tirkiyeyê teqez divê bihê bidawîkirin.

Turkdogan, bi van gotinan dawî kir: “Dewlet ji bo bîr û doza xwe ya fermî biparêze rejîma înfazê û qanûnên ceza bi kar tîne. Ji bo ku li Tirkiyeyê dest bi asayîbûnê bibê divê Tirkiyeyê rû bi rûyê paşeroja xwe bibe. Ev ji bo pêvajoyên bi pevçûn giring e. Tirkiye divê ji bo Pirsa Kurd rêbazên çareseriyê yên aştîxwaz bibîne. Ev rewşa em behs dikin encax bi çareserkirina vê pirsgirêkê çareser dibe.“

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê