6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

3 girtî winda ne

Hate hînbûn ku girtî Rizgar Tûrhan, Cumalî Yildirim û Mehmet Emîn ên di 25’ê gulanê de li dijî pêkanînên îşkenceyê yên li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1’an a Afyonê dest bi greva birçîbûnê kiribûn, di 26’ê Gulanê de rayedaran îşkence li wan kir û bi zorê ji qawîşên wan derxistin. Dayika girtî Rizgar Tûrhan, Şehrîban Tûrhan diyar kir ku parêzer li wan geriyaye û der barê rewşê de ew agahdar kirine û wiha got: “Parêzeran ji me re gotin ‘Bi şev ketine qawişan û îşkence li herkesê kirine. Rizgar Tûrhan, Cûmalî Yildirim û Mehmet Emîn girtine û birine’ Ji wê rojê ve em agahiyê jê nagirin. Em gelek bi fikarin.”

Tûrhan anî ziman ku ew li rêveberiya girtîgehê geriyan e, lê rayedaran agahî nedaye wan û got: “Birine ku derê û di çi rewşê de ne tu agahiya me nîne. Nediyariya wan me zêdetir dixe nava fikaran. Bila têkildarî rewşa wan bi lez me agahdar bikin.”

Tûrhan bang li raya giştî kir ku li hemberî îşkenceyên li girtîgehan bi hestiyar bin.