3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Baweriya yarsanî/kakaî

Gelekî girîng e ku baweriyên kevn ên li Kurdistanê bêne vegotin ku bingeha çand û baweriyan e. Di vê çarçoveyê de em ê hinekî behsa baweriya yarsanî bikin. Beriya em baweriya yarsanî vebêjin hewce ye ku em hinekî behsa bawerî û felsefeya zerduştî bikin.
Belê, tê texmînkirin ku Zerduşt Beriya Zayînê di navbera salên hezar û 600’î de jiya ye. Zerduşt, pergala baweriya Aryenî bi reformeke bingehîn nûjenî dike. Ji pergala 3’ê xudayî gavekê ber bi pergala yek xudayî diavêje. Ji serdema pirxudayî ya baweriya Aryenî; ya Îndra, Mîtra û Varûna derbasî pergala Ahura Mazda dibe. Li Anatolya, Medya û Îranê gavekê ber bi yek Xudayî ve diavêj e. Di derketina hin têgehên mîna; Bihuşt û dojeh, pira siratê, ferîşteh, mehşer, dadgeha bilind, qencî û xirabî, wekhevî û hwd. de rist lîstiye.
Di zerduştiyê de qîmetdayîna jinê heye, paqijî, jiyana bi exlaq, gotina xweş esas e. Serjêkirina sewalan nayê pejirandin û ji derveyî xweparastina rewa hemû cureyên tundiyan red dike. Exlaq diparêze. Têkoşîna başî û xirabiyê, tarîtî û ronahiyê ji xwe re esas digir e. Cara yekemîn azadiya vîn ango îradeya azad a kes hatiye naskirin. Heta wê demê vîna azad wekî tenê ya Xwedê be, dihat hesibandin.

Zerduştî, bi pirsên xwe dişibe serhildêr û serîrakirinekê. Dikare bê gotin ku neqebeke di navbera ol û felsefeyê de ye. Bêguman çavkaniya xwe ji kûrahiya senteza çanda Sumer û Aryenî digire. Wekî cih û war jî herêmên Medya, Zagro û Torosan ku axa xêr û bêr e. Gihandina hev a şoreşa bajarvanî ya Sumeran û şoreşa cotkariyê ya Neolotîkê ye.
Zerduşt li gel ku sentezkarekî vê mîrateyê ye di heman demê de bi guherîn û reformên mezin rê li ber koledariyê digire, vîna azad derdixe pêş û rêyeke vekirî ya felsefeyê rave dike. Medî, li ser vê mîrateyê derdikevin holê û ji vê çavkaniya Zerduşt vedixwin. Lêgerîna rahîbên Mag ên li Medyayê jî ji vê bû. Mag, temsîliyeta birdoziya rizgariyê û hevgirtina wê dike. Aliyê nû yê rahîbên magan; Lêgerîna ji bo rizgariya mirovî ya aliyê Aryeniyan a olî û senteziya Mîtolojiya Sumeran e. Çavkaniya ku Zerduşt têr dike jî ev Mag in.
Bawerî û felsefeya Zerduşt bi Zend-Avestayê hatiye belavkirin. Ên ku pê bawerî anî ne, bi Zend-Avestayê li ser rêç û şopên ramana Zerduşt meşiyan e. Ew bawerî bû bingeha jiyana gelan. Ew çar pirtûkên wekî; Încîl, Zebûr, Tewrat û Quran jî ji sedî çil hizrên Zerduşt; ango di bin bandora ramanên Zend-Avesta de pêk hatine.

Belê em niha jî vegerin ser baweriya yarsanî. Baweriya yarsanî di dîroka Kurdistanê de cihekî girîng digire. Kurdên Yarsan li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi navê “Ehlê Heq” an jî Yarsan bi nav dibin ango tên nasîn. Li başûrê Kurdistanê û Iraqê jî kakaî tê gotin. Di bingeha xwe de baweriyeke berdewamiya Zerduştî ye.

Yarsanî ji du aliyan ve wekî ‘Ehlê Heq’ tê nasîn. Yek ji wan ‘Heq e’ ya din jî tê wateya Xwedê. ‘Heq’ di hemû pirtûkên pîroz ên yarsaniyan de li şûna navê Xwedê derbas dibe. Peyva yarsan ji du beşan pêk tê. Yarsan û Yaristan. ‘Yar’ navekî yarsaniyan e. Di heman demê de nasnavê Siltan Sehak e. Her wiha peyva ‘Yarî’ ya ku tê wateya ‘Hezkirî’ û ‘merhamet’ di Goranî de nevekî li Xwedê hatiye kirin e.
Dîsa Yarî tê wateya ‘Hogir’ û ‘Alîkar’ jî. Wekî ku tê dîtin ‘Merhamet’ jî yek ji wateya peyva ‘Yar’ e. Ev yek jî dide xuyakirin ku Baweriya yarsan an jî kakaî xwedigihîne yek ji baweriya herî kevnar a mehrperwerî-mîtrayî û zerduştî. Peyva mehr tê wateya roj, ronahî, hezkirin, xwişk û biratî. Mîtra jî tê wateya li ser rastiyê mayîn. Ev yek jî me dibe felsefeya Zerduşt.
‘San’, jî ji beşa duyemîn a peyva ‘Yarsan’ e. Ev jî tê wateya ‘Siltan’, ‘mezin’, ‘pîroz’ û ‘herêm.’

‘Yarsan’,, di heman demê de ‘Yarîstanî’ ye. Yanî cih û warên ku yarenî lê dijî ye.
Peyva kakaî, hem kes, hem jî civakbûyînê îfade dike. Ji biratiyê tê, her wiha tê weteya alîkariya hev. Kakaî bi piranî li herêma başûrê Kurdistanê tê bikar anîn, li rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî ‘Ehlê Heq’ tê gotin. Li hin welatên din ev bawerî bi peyvên cuda tê pênasekirin. Mînak; li Afganistan û Pakistanê ‘Zikrî’ tê gotin. Zikrî jî tê wateya derwêşiyê.
Kakaî ji pirtûka xwe ya pîroz re dibêjin ‘Spî’. Li gorî çavkaniyan 14 pirtûkên yarsanî hene. Lê ya sereke Serencam e. Di van pirtûkan de ev tişt derbas dibe: “Çar tiştan ji bîr nekin; Paqijî, Rastî, Dilnizmî û Comertî.” Paqijî di wateya paqijiya ziman, raman, tevgerîn, cil û berg û paqijiya laş de tê gotin. Comerdî û dilmnizmî jî xwedî merhametbûyînê ye, ji bo ol, welat û xwezayê xizmetkirin e. Ev rêgezên Yarî felsefeya zerduştî dixe bîra mirov. Ev jî ew e; “Fikra baş, Gotina baş û Emelê baş.”

Felakeddîn Kakaî di xebata xwe ya li ser baweriya kakaî yanî yarsanî de dibêje; “Di pûxteya baweriya kakaiyê de hemû ol, bawerî, çand, netew, ziman û hemû rengên mirovan bi hebûna wan dipejirî ne. Tu mirov, civak û bawerî xirab ango nebaş nayê dîtin. Damezirînerên vê baweriyê; “xwe kêm û nebaş, xelkê baş bibîn”, ew ‘Xelk’ dibe ku kakaî be, dibe ku kom an jî civakek din be. Ev şîret, bingeha xwe ji nêrîna dinyayê û felsefeya yarsanî ya, ‘Donawdonê’ yanî, Reenkarnasyonê digire. Reenkarnsyon tê wateya careke din hatina dinyayê ye.
Felsefeya yarsanî yan jî nêrîna li dinyayê xwe dispêre du bingehan. Yek ji wan Donawdon (Reenkarnasyon) ya din jî bi ronîkirina Reenkarnsyonê afirîniya dinyayê û gerdûnê ye. Reenkarnasyon, derketina ruh a ji bedenekê û derbasbûna bedeneke din e. Li gorî baweriyê mirina zindîwerekî, di bingeha xwede rêwîtiyek e ji cihekî çûna cihekî din e. Lewre dema zindîwereke dimire ruhê wî/wê yan derbasî heman celebî dibe yan jî derbasî kes an jî cinsekî din dibe.

Baweriya yarsanî, 1200 sal in, ango ji derketina holê ya Behlulê Mahî ya li Loristanê û vir ve heye. Lê xwedî bingeheke bi hezaran salan e. Danûstendinên bawerî, olî, çandî û felsefî di dîroka Kurdistanê de gelekî li pêş in. Di roja me ya îro de jî di nav civakê de em dibînin. Bêguman zehmet e ku mirov bi nivîsekê dikaribe vebêje. Lê gelekî girîng e ku ev baweriyên kevn ên li Kurdistanê bêne vegotin ku bingeha çand û baweriyan ne.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê