spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Başaran: Zextên li ser jinan wekî serkeftinê dibînin

Meclisa Jinan a HDP’ê di 21-22’yê gulanê de li Enqereyê konferansa xwe ya 4’emîn  a asayî li dar xist. Di konferensê de gelek xalên di nava rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê de ne hatin nîqaşkirin û Piştre encamnameya konferansê bi raya giştî re parve kirin. Mijarên sereke tecrîda lî ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, tundiya mêr-dewlet a li dijî jinan, xîzaniya jinan û  di tifaqa demokrasiyê de bûn.

Der barê konferansê de em bi berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran re axivîn. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hişmendiya AKP-MHP’ê ku demek dirêje li ser jinan pêk tînin û wiha got: “Ev demek dirêje tifaqa AKP-MHP’ê û hişmendiya mêr-dewlet êrîşê destkeftiyên jinan dike. Dixwazin li gorî paradigmaya xwe jiyanekê bidin avakirin. Jinan ji azadiya wan dûr dixin. Ji 2015’an ve êrîşên tund li ser jinan hene. AKP-MHP roja ku bûye desthilatdar sekna xwe ya li dijî jinan diyar kiriye û bi mejiyê baviksalarî tevdigere. Di van rojên awarte de jî dixwaze destkeftiyên jinan tune bike. Navê jinan di hemû qadên civakî de tune kiriye.  Di nav van 7 salan de bi zagonên înfazê bi sedan mêrên ku destê wan di xwîna jinan de hene hatin berdan. Qayûmên ku avêtin ser şaredariyên me destpêkê erîşê destkeftiyê jinan kirin. Bi vekişîna Peymana Stenbolê xwestin vê zêdetir pêş bixin. Lê helbet li dijî van êrîşan em wek jinên HDP’yî di her qadê de em bertekê xwe didin nîşandin û li ber xwe didin.”

‘Dewlet zextên li ser jinan ji bo xwe serkeftin dibîne’

Ayşe Acar Başaran bal kişand ser xebatên xwe yên ku dane destpêkirin û ev tişt got: “Tê zanîn me wek Meclisa Jinan a HDP’ê di nava van du salan de du kampanya lidarxist. Kamya ewil me got ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ û ya duyemîn jî kampanya ‘Ji bo jinan edalet û ji xîzaniya jinan re na’ bû. Gelemperî li hemberî hemû êrîş û tundiyên li ser jinan em wek Meclisa Jinan a HDP’ê di nava xebatan de bûn. Girêdayê kampanyaya xwe em bi gelek jinan re hatin cem hev û me hevdîtin kirin. Em dibînin ku jin bi xîzaniyên mezin re rû bi rû dimînin  û bêedaletiyê dijîn. Dewlet û desthilatdariya AKP-MHP’ê vê rewşê zêdetir bi pêş dixin. Ji ber wê jî zextên li ser jinan ji xwe re wekî serkeftin dibînin.”

Girîngiya xeta 3’yemîn

Ayşe Acar di axaftina xwe de bal kişand ser giringiya xeta 3’yemîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser rûyê cihanê du xet hene. Her du xet jî azadî  û wekheviya jinan pêş naxin. Hem jinan hem jî civakê bindest dihêlin û dubendiyê dixin nava wan. Îro ji Rojhilata Navîn heta şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de ev siyaset xwe dide ber çavan. Bi pêşengtiya Tirkiyeyê û deste tifaqa AKP-MHP’ê Rojava û Başûr tê dagirkirin. Ne tenê Tirkiye hemû hêzên netew-dewlet û navneteweyî dizxwazin pergala kapîtalîst li ser Rojhilata navîn pêş bixin. Li Rojavayê paradigmaya ku li hemberî kapîtalîzmê derket ji bo hemû cîhanê bû hevî û îlham. Pergala kapîtalîst, ji ber ku netewa demokratîk azadiya jinan bi pêş dixe,  dixwaze wê bifetisîne.

‘Jin pêşengiya xeta sêyemîn dikin’

Ji ber ku di nava civakê de hişmendiya mêr-dewlet tê pêş xistin rojê herî kêm jinek tê qetilkirin. Civak pir zêde xizan bûye. Kesên sermayedar zêdetir dewlemend bûne. Tifaqa AKP-MHP’yê ji aliyekî ve netewperest û nîjadperet e. Ji aliyê din ve jî olperest e. Vê yekê li hemberî civakê kar tînin. Xeta 3’emîn li hemberî vê pergala mêr-dewlet, olperest û nîjadperest azadiya gelan, azadiya jinan û ekolojiya demokratîk diparêze û bi pêş dixe. Jin pêşengtiya vê xetê dikin. Hêviya hemû gel û civakê ev xet e, HDP ye. Ji ber wê jî em wek jin xeta 3’emîn û tifaqa demokrasiyê pir girîng dibînin. “

‘Em bi kelecan in’

Başaran bal kişand ser konferansên herêmê jî û wiha bi dawî kir: “Tê zanîn me di vê pêvajoyê de, 21-22’yê  gulanê li Enqerê konferansa giştî a jinan lidar xist. Encamnameya wê ji raya giştî re hat parve kirin. Di serî de li hemû bajêr û heft herêman me konferansê jinan lidar xistin. Di van civînan de gelek xal hatin nîqaş kirin û pêşniyarên girîng hatin kirin. Me konferansa xwe diyariyê du jinên kurd û têkoşer Aysel Dogan û Denîz Poyraz kir. Di konferansa giştî de jî  gelek biryar hatin girtin. Li hemberî tecrîda li ser Birêz Ocalan, tundiya mêr a  li ser jinan û xîzaniya jinan em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Em bi kelecan in, lewre ev sed sal wê bibe sed sala jinan. Bi van hêviyan em ê konferansa xwe bigihîjin encamê û em ê kongreya xwe  bi serkeftî pêk bînin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê