2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bedena me xaka me

Di ser kuştina dayika du zarokên ciwan a femînîzîd re du meh derbas bûn. Xwişkên wê her hefte cihê ku xwişka wan ji hêla hevserê xwe ve hat kuştin, ziyaret dikin. Li kuçeyekî ku her çar aliyê wê vekiriye, li ser kevirên riya peyayan kulîlk, find, wêneyên wê hîn jî tên pêşandan. Xwişkên wê her hefte bi kincên xwe yên reş ên şînê diçin serdana vê cihê, derdora kulîlkan paqij dikin, kulîlkên nû datînin, toza wêneyên wê digirin, bi wêneyên wê re diaxivin û vedigerin malên xwe.

Şîdeta li ser jinan û kuştina wan a li qada girtî û li qada vekirî bandorên cuda çê dike. Ger jina hat kuştin, li mala xwe, di pişt deriyên girtî de bihata kuştin, ew ê ew derî êdî heta dawiyê girtî bimana. Qet mînakeke nakeve bîra min ku piştî kuştina jinekê ya di nav malê de xwediyên wê biçin serdana malê, cihê lê hatiye kuştin; û şîna xwe li wir berdewam bijîn. Dijî vê, ew mal li xwe heram dikin û ji deriyê wê nakevin hundir. Lê kuştina li ser kolanan ne wisa ye, gorekî sembolîk jî li cihê ku jin lê tê kuştin, tê avakirin. Sedemên bi vî awayî dibe ku pir cuda bin, lê dixwazim di mijara femînîzîdê de balê bikişînim ser têkiliya herdu qadan ku di vê mijarê de jî nikarin ji hev cuda bên destgirtin.

Lêkolînera Femînist Emanuela Borzacchiello a ji Meksikayê, ji welatê ku lê rêjeya kuştina jinan ji her derê bilindtir e, dibêje, dema serdest bixwazin herêmekê bi dest bixin, destpêkê sînorên wê herêmê/xakê xêz dikin. Bi giştî jî ji bo bidestxistina herêmê laş têne bikaranîn. Bi taybetî bedenên jinan, an jî bedenên jinbûyî hedef in. Borzacchiello dibêje ku “yên ku laşên me yên îşkencekirî, terikandî û li kêleka rê hatine avêtin bibînin, dikarin asta tundiyê, li Meksîko Cityê û li seranserê welêt bibînin. Îro kiryar êdî hewce nabîne şopa kuştina xwe jî veşêre.” Ji bo ku li ser laş kontroleke civakî were avakirin, divê ew ji hev were rûxandin. Ew tê rûreşkirin û di bin pêvajoyeke domdar a talanê de bi tunekirinê re rûbirû dimîne. Ev pergala şîdetê cureyên heqaretê çêdike ku hêza jinan a berxwedanê dişkîne. Li gorî lêkolînera meksîkî ev rêbazeke talanê ye, li ser hûrguliyan disekine û bandorên cihêreng li ser jinan û laşên wan çêdike. Lêkolîner behsa sê nexşeyên kontrolkirina bedenê (wek herêm) dike:

Rakirina laş: Jinê li cihê herî ewle, li mala wê dikuje.

Talankirina exlaqî: Bi nîşandana laşê wê li cihekî jiyana wê ya rojane, wê tazî dike û biçûk dixîne.

Talankirin-desthilatdariya laş ji bo desteserkirina herêmê/xakê (beden): Bedena jinê ji bo ku hêza xwe di nav civakê de îspat bike, di qada civakî de teşhîr dike û di heman demê de hêza xwe ya pêkanîna tundiyê jî nîşan dide.

Ev her sê nexşe pêwendiyeke di navbera kuştina jinê, teşhîra bedena wê û dagirkirina herêmê de ava dikin. Lewre herêma ku jin tê de tê kuştin, tê teşhîrkirin, yekser girêdayî mêrê kujer/serdest e. Ew bi kuştina jinan hem serdestiya xwe ya ser bedena jinê, hem jî li ser herêmê dixwaze binxêz bike. Lê ji ber ku ne li pêş çav e, şîdeta nav malê, ya qada girtî/taybet pir bi vî awayî nayê dîtin. Lê têkiliya navbera qada girtî û ya vekirî wekî her mijarî di vir de jî aşkera ye. Mal ji hêlekê de laboratûwarên girtî yên tundiyê ne, li hêla din sînorên/herêmên herî di bin kontrolê de ne. Ji ber vê yekê divê şîdeta li qada taybet weke diyardeyeke cuda ji qadên giştî neyê dîtin. Ya pêwîst ew e ku bê nîşandan şîdeta ku di qada giştî de pêk tê, heman taybetmendiyên qada taybet di nava xwe de dihewîne.

Lê wekî Borzacchiello jî dibêje di jiyana me de potansiyeleke siyasî heye ku dikare wateya herêman (territorium) biguherîne. Analîzkirina şêwazên şîdeta li dijî jinan dihêle ku were fêmkirin ka laşên wan îro çawa wekî laboratûwarên mekanîzmayên îşkenceyê û girêdayî vê ji bo kontrolkirina civakî tên pêşxistin. Lê gelo li hemberî vê rewşê, ji bo destpêkirina nîqaşeke nû ya li ser tundiyê tekoşîna ku em jin pêş dixin, çi ye? Borzacchiello dibêje êdî jin divê balê ji protestoyê zêdetir bidin ser encamê. Divê em bedena xwe ji laboratûwarên wan ên şîdetê xelas bikin, potansiyela wê ya polîtîk derxînin holê; hem xaka bedena xwe û hem jî herêmên ku em lê dijîn biparêzin, biguherînin. Encax bi vî awayî em dikarin ew gorên sembolîk ên li kolanan, ên ku jin li ser hatine kuştin, tenê ji bo ku dubare nebin wek bîranîn bi bîr bînin.