17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bandorên neyînî xwe xwediguherînin moral û hêrsa tolhildanê’

Balafira bêmirov a biçek a dewleta tirk di 17’ê hezîranê de, erebeyeke li navçeya Kelar a Silêmaniyê ya başûrê Kurdistanê kir hedef û di encamê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî û 3 kesên din jiyana xwe ji dest dan.

Tevî ku li heremê hêzên Koalîsyona Navneteweyî hene jî Tirkiye qada hewayî ya di nav sînorê Iraq- Sûriyeyê de bênavber derbas dike û di nav van sînoran de li ser wesayitên sivîl êrîşan pêk tîne. Ev êrîş ji bo heremê di asteke xeternak de ne.

Berdevka Kongre Star Remziya Mihemed ji Rojnameya Xwebûnê re der barê êrîşên ku pêk tên de ev nirxandin kir.

Berdevka Kongre Star Remziya Mihemed di destpêka avaftina xwe de da zanîn ku bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên ji bo heremê dibin alozî û ev tişt anî ziman: “Ev êrîşên ku pêk tên aloziya şer dirêj dikin. Her wiha bi van êrîşan gelek kesên sivîl tên şehîdxistin û birîndar dibin. Wêrankirina mal û milkên malbatan li ser civakê bandoreke neyînî pêk tîne. Dixwazin bi van êrîşan li ser hemû civakê bandor bikin. Rastiyeke heye ku ev êrîş hin bandorên neyînî bi xwe re tîne lê li aliyê din bi rêxistinbûna jin û civakê ev bandorên neyînî xwe xweduguherînin moral û hêrsa tolhildanê.”

‘Ezman û xaka Sûriyeyê ji êrîşan re vekiriye’

Rejîma Sûriyeyê di parvekirinên xwe de dibê ku em yekitiya xaka Sûriyeyê diparêzin, Remziya Mihemed li ser mijarê destnîşan kir ku ji salên şoreşê heta niha tu hewldanên Rejîma Şamê ji bo yekitiya Sûriyeyê çênebûne û wiha pê de çû: “Rejîma Şamê tevî ku ji bo yekitiya xaka Sûriyeyê nakeve nav hewldanê rexmî wî bi sekna xwe rê li ber dagirkeriya dewletên din vedike. Îro ezman û xaka Sûriyeyê ji êrîş û dagirkirina Tirkiyeyê re vekiriye.”

Mihemed di axaftina xwe de bal kişand ser hêzên Koalîsyona Navneteweyî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hebûna Rûsya û Amerîka ji bo berjewendiyên wan yên şexsî ne. Dema ku ev êrîş pêk tên bi axaftinên xwe qaşo li hemberî van êrîşan disekinin lê di rastiyê de ji bo van êrîşên ku li ser sivîl û xwezaya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên helwesteke xurt nîşan nadin.”

‘Bi zanebûn hedef hat girtin’

Berdevka Kongre Star Remziya Mihemed êrîşa ku li ser erebeya cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî pêk hatibû ev nirxandin kir: “Erebeya şehîd Ferhad Şiblî bi zanebûn hedef hat girtin. Ji ber ku ew di nav civakê de xwediyê kesayeteke bi bandor bû û civakê di çerçoveya  zanista rêveberiya xweser bi rêxistin dikir bû hedefê dewleta tirk. Wî ji bo pêşxistina wekheviya gelan gelek kedên mezin da. Bi şehîd xistina wî xestin di nav gel de aloziyan derbixin lê xebatên me li ser esasen ku şehîd Ferhad Şiblî dimeşand berdewam dikin.”