4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêgezên gerdûnî û perwerdehiya mirov

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Mirov, wekî hemû heyînên candar hebûneke xwezayî ya ku bê haya xwe tê ser rûyê dinyayê. Xweza jî li gor rêzik û rêgezên gerdûnê yên tevayî tev digere. Tu qanûnên xwezayê bêyî rêzik û rêgezên gerdûnê pêkan nabin. Çawa ku her hebûna candar li gor zagonên xwezayê pêk tê; xweza jî li gor tevger û rêzikên gerdûnê pêk tê û hebûna xwe temam dike.

Guherîn û veguherîna mirov û candarên din li gor zagonên xwezayê û zagonên xwezayê jî li gor rêzik û rêgezên gerdûnê pêk tên. Bi vegotineke kurtir; tiştê ku dirf û dirûv dide candarên ser û rûyê dinyayê zagonên xwezayê û tiştê ku zagonên xwezayê pêk tîne jî rêzik û rêgezên gerdûnê ne.

Wekî din jî; tiştê ku gerstêrka me (Dinyayê) ji stêrk û gerstêrkên din vediqetîne ew e ku mirovê hişdar di xwe de dihewîne. Girêdayî wê; tiştê ku mirov ji candarên din vediqetine jî hişmendiya mirov e.

Di gerdûna bêsînor de tekane hebûnê ku haya wî/wê ji zagonên xwezayê û rêzik û rêgezên gerdûnê heye, mirov e. Ji bo wê zanyarî, zanist û zanebûna mirov pêwistiyeke gerdûnî ye. Ev pêwistî jî li gor rê û rêbazên perwerdehiyeke gerdûnî pêkan dibe. Perwerdehiyeke gerdûnî jî pêşî bi perwerdehiya zarokan dest pê dike. Perwerdehiya zarokan tê wateya perwerdehiya dê û bavan. Ango perwedekirina zarokên îro, perwerdekirina dê û bavên nifşê bê ye. Siberoja her civakê li gor perwerdehiya zarokên doh û dê û bavên îro teşe digire. Ji bo wê, di cîhanê de perwerdehiya civakan û di civakan de jî perwerdehiya dê û bavan pir girîng e.

Perwerdehiyeke baş ne ji bo zarokan tenê, ji bo dê û bavê zarokan jî pêdivî ye. Ji bo mirovan tu temen û sînorekî misoger ê perwerdehiyê nîn e. Belê perwerdehiya her mirovî/ê li gor temenê wî/wê diguhere. Her mirov li gor temenê xwe perwerde dibe. Her ku asta perwerdehiya mirov bilind dibe, têgihiştina wî/wê zêdetir dibe.

Li hemû deverên dinyayê dê û bav xwe ji bo xwedîkirin, gihandin, parastin û perwerdehiya zarokên xwe berpirsiyar û peywirdar dibînin. Hemû zarok best, hest û sirûşta xwe ya sereke di hembêza dayika xwe de hîn dibin û di pey re li gor awa û şêwaza jiyana civakê perwerde dibin.

Bandora dê bav û malbatê ya li ser jiyana zarokan, hê berî jidayikbûna wan dest pê dike û heta dawiya temenê wan didome. Saziya herî bandordar a ku awa û şêwaza perwerdehiya zarokan diyar dike, mal û malbat e. Gihandin û geşedaniya mirov a bedenî, derûnî, aborî û civakî li gor şert û mercên jiyana malbatê û rewşa wan a giştî dişêwe. Lewma pêşiyên me gotine “mal mekteb e.” Bi rastî jî ji bo her mirovê/ê dibistana sereke malbat û mamosteya sereke jî dayik e. Ji bo wê, divê di navbera mamoste û malbata zarokan de têkiliyeke xurt û misêwa hebe.

Siûd û derfeta tu zarokan nîn e ku dê û bavê xwe bineqînin/hilbijêrin. Her zarok li gor rewşa malbata xwe derfetên perwerdehiyeke baş an nebaş bi dest dixe û perwerde dibe. Hemû dê û bav ji bo ku zarokên wan baş perwerde bibin hewl didin û fedakariyê dikin. Belê baş tê zanîn ku rewşa her malbatê ji bo perwerdehiyeke baş ne guncan e. Di hemû domanên perwerdehiyê de pêdivî bi alavên perwerdehiyê heye. Alavên perwerdehiyê jî li gor rewşa aborî û derfetên malbatê bi dest dikevin. Îro ro gelek malbat ne dikarin zarokên xwe li gor dilê xwe bigihînin û jî dikarin bişînin sazî dezgehên perwerdehiyê. Belê dîsa jî divê dê û bav li gor derfetên xwe hin tiştan bikin: Divê haya dê û bavan ji dem û domanên geşedaniya zarokên wan hebe û li gor wê tev bigerin Divê li gor zanebûn, dane û ceribandinên xwe yên salan nêzîkî pirsgirêkên zarokên xwe bibin û pirsgirêkên wan çareser bikin.

Divê zimanê dayikê hînî zarokên xwe bikin û ji hêla çandî û civakî ve geşedaniya zarokên xwe temam bikin. Divê rêbertiya zarokên xwe bikin û bi liv û tevgerên xwe ji wan re bibin mînak. Divê di malê de tiştên baş û sûdewar şanî wan bidin û wan li gor feraset, liv û tevgerên erênî perwerde bikin. Divê pêdiviyên wan ên bingehîn pêk bînin û tiştên zêdeyî pêdiviyên wan ji ber wan bigirin. Divê behre û berîdaniyên wan ji nêzîk ve bişopînin û wan li gor wê perwerde bikin. Divê ji hêla têkiliyên civakî û geşedaniyên çandî ve her gav piştgiriyeke daringî û arişî bidin wan.

Divê ji bo pêkanîna hevahengiya civakî, têkilî û pêwendiyên wan ên mirovî xurt bikin Divê ji her hêlê ve wan baş binasin û wan ne li gor daxwaz û pêdiviyên xwe yên arizî; bêtir li gor behre û jîrayiya wan arasteyî qada perwerdehiyê bikin. Divê ji bo ewlehî û xweewlehiya wan, çavdêriyê bikin û hin caran wan bi tena serê xwe bihêlin.

Divê piştgirî û dilaweriyê bidin wan ku bikaribin pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînin. Divê ji bo civakîbûn û komelayetîbûna wan, têkiliyên navbera wan û hemsalên wan xurt bikin. Divê ji bo lîstik û vehesîna wan, cih û deverên ewledar peyde bikin.

Divê ewlehiyê bidin wan da ku ew bi tena serê xwe li malê bimînin; herin dibistanê û bên. Divê ji bo ceribandin û hîndariyên jiyanê, wan li gor ast û temenê wan perwerde bikin. Divê hemû daxwazên wan pêk neynin û hin xwestekên wan red bikin an jî hin caran ji wan re bibêjin “na!” Divê merc û derfetên ku ew xwe bi xwe, xwe bi rêve bibin bidin wan. Divê temenê wan li ber çavan bigirin û li gor rewşa temen û geşedaniya wan tev bigerin û nêzîkî wan bibin. Divê ji dil û can li wan guh bidêrin û derdê wan baş fam bikin. Divê her gav bi hezkirin, xwîngermî û şîrînî nêzîkî wan bibin.

Pîvan û taybetiyên dê û bavên pejnkar û kesên ku haya wan ji zagonên xwezayê û rê û rêgezên gerdûnê heye, ev in: Berî her tiştî xwediyê feraseteke gerdûnî û hişmendiyeke erenî ne. Bi fikar nêzîkî her tiştî dibin; dîxwînin, difikirin, dipirsin û ji rastiyên heyî biguman in. Serê xwe bi pirsgirêkên civakê re diêşnin û derbarê wan de lêpirsîn, lêkolîn û dahûrandinên kûr dikin.

Bi guman tevdigerin; hem bûyer û lêqewmînên rabirduyê dinirxînin û hem jî bi hêvî û pêşbînî û nêzîkî dahatuyê dibin. Bi dilawerî li mafê xwe û mafê kesên din xwedî derdikevin. Xwe; ji xwe, ji malbata xwe, ji gelê xwe û ji hemû gelên cîhanê berpirsiyar dibînin. Ji bo karên sûdewar hewl didin; di wî karî de bi ser dikevin. Derûdor û xwezayê diparêzin û bi hestyarî nêzîkî hemû candaran dibin. Çavkaniyên ser rûyê erdê yên ku jiyana hemû candaran eleqedar dike, diparêzin. Ji pêdiviyên xwe zêdetir tiştekî xerc nakin û bi qitûtî debara xwe dikin. Li hemberî hemû şer û pevçûnên navxweyî û navneteweyî derdikevin û ji bo aştî û hevahengiya mirovahiyê hewl didin. Bi hezkirin û dilovanî nêzîkî mirovan dibin û her mirovî/ê bi qasî nefsa canê xwe rûmetdar dibînin. Ji bo yeksanî, wekhevî û azadiya mirovan û aramiya mirovahiyê li ber xwe didin û têdikoşin.

Bêguman pîvanga perwerdehiya gerdûnî ne xurtî, dewlemendî û desthilatdarî ye. Berevajiyê wê; şerdebûn û şarezabûn e. Mirovên şareza û şerde bi qasî ku li pêşberî mirov û mirovahiyê rêzdar û hestyar in; derbarê parastina xwezayê hawirdor de jî ewqas pejnkar, hestyar û baldar in. Bi kurtay; ne zarok dikarin bêyî dê û bavan û ne jî dê û bav dikarin bêyî rêbazên civakê û rêgezên gerdûnê perwerde bibin.