5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îmraliyê cezayên dubare tên birîn

Piştî bi dawîbûna 3 meh qedexekirina hevdîtinê ya bi îdiaya cezayê disiplînê yê ku di 3’yê sibata 2022’yan de li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de hatibû birîn, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi malbatê re serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dabûn.

Parêzeran di 7’ê hezîranê de serî li dadgeriyê dabûn û xwestibûn demildest rû bi rû hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin. Her wiha parêzeran di serlêdanê de xwestibûn hîn bibin bê ka cardin qedexeyeke hevdîtinê ya li ber hevdîtina bi malbatê û parêzeran re heye yan na.

Lê belê dadgeriyê di 8’ê hezîranê de bersiva serlêdanê dabû. Dadgeriyê çendî ku dema cezayê disiplînê bi dawî bûbû jî, di bersiva xwe de gotibû “hê jî cezayên wan ê disiplînê didome” û serlêdana parzeran red kiribû. Piştî vê parêzer di 15’ê hezîranê de serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1’ê a Bûrsayê dabûn.

Dadgeha Cezayê Giran a 1’ê di 23’yê hezîranê de bersiva serlêdana parêzeran daye. Dadgehê di bersiva xwe de ragihandiye ku Serokatiya Desteya Disiplînê ya Îmraliyê di 31’ê gulanê de 3 meh cezayê dîsîplînê yên din li Ocalan û girtiyên din biriye. Dadgehê bi hinceta ku 3 meh cezayê dîsîplînê yê nû hatiye birîn serlêdan red kiriye.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê destnîşan kirin ku cezayên disiplînê yên ji aliyê Serokatiya Desteya Disiplînê ve tên birîn teblîxî wan nayên kirin û gotin, ya tê kirin bêhiqûqîtî ye. Parêzeran destnîşan kir ku dê serlêdanên xwe yên hiqûqî bidomînin.