10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi rêbazên nû li ser fosîlan xebat tên meşandin

Paleontolojistan li ser fosîlekî dînozoran ê 125 milyon salî yê li Çînê, karî wê şûna tişta ku li cem mirovan navik e bibînin. Ev dînozor ji cureyê Psittacosaurus e. Bi sîstemeke nû ya lazerê karin wêneyê çermê fosîlê bigirin û li ser vî wêneyê şûna navikê yan jî wê tişta weke navikê heye.

Gelek mirov difikirin ku tenê navika heywanên bi guhan heye. Lê ev ne wisa ye. Ji ber ku di hêkan de jî ji bo xwedîkirina embriyoyê şelîtek heye da ku xwe ji nava hêkê têr bike. Lê şûna wê ne weke heywanên bi navik e. Weke birîneke dirêj e. Li cem hinek heywanan ev birîn bi demê re jê diçe, li cem hinan jî demeke dirêj dimîne. Diyar e ku demeke dirêj li ser laşê vê  dînozorê beriya bi 125 milyon salan maye.

Ev fosîla bi hejmara SMF R 4970 beriya qederê 20 salan hatiye dîtin. Lê hîna nû bi vê teknolojiya wênegirtinê ev navika herî kevin a tê zanîn hat tesbîtkirin. Çav li rê ye bi vê teknolojiyê gelek fosîlên din ên berê hatine dîtin, bikevin ber lêkolînên nû.