27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêdeng be bîat bike

Teqez çanda gelan ji hev bandorê digirin. Weke di çanda îslamiyetê de çawa rê daye ku mêrek mafê wî yê çar jinan heye bi wan re hevdem bizewice û bijî, gava lêkolînekî li ser çanda me kurdan dikî dibînî ku tiștek wisa di çanda me kurdan de tuneye. Lê hema mixabin di jiyana me ya civakî de em gelek caran  rastî vê birînê tên

Di malekî de zarê du yan jî sê dayikan ji mêrekî re dibêjin bavo. Ya tehl tev di bin banekî de dijîn! Di nava me kurdên ji aliyê serhedê de tiștek heye ku ji kuderê de ji çanda kîjan qewmî peșkiyaye me kurdan ez nizanim lê ew jî rewșeke nebaș ji bo bindestkirina jinan hatiye bikaranîn. Bûk (bûktî ) weke ku hûn jî zanin bûk jina ezep a ku nû zewiciye em jê re dibêjin bûk.Ew jina ciwan a ku bi def û dewetê, bi xașî geșî bi zêr û zeber û xelat hatiye mala xwe ya nû rastî cureyekî tedayî dihat ku navê vê tedayê bûktî bû. Rewș û cureya bûktiyê bêdengî bû. Divê dengê bûkê tuneba dengê bûkê neçûya xwesî, xwezûr û yên jê mezintir. Weke însanekî ker û lal çi jê bihata xwestin bûkê bi çavê xwe yan jî bi serê xwe erê bikira û bi cih bianiya. Mînak bûkê nan bîne, bûkê avê bîne, bûkê goreyên min bișo, bûkê te xwarin kêmxwê çêkiriye. Bûkê hemû xwesteka bi çavqirpandinê, yan jî serê xwe berjêrkirinê erê dike!

Carna pesnê bûkê bașî û edeba wê jî dikin. Dilê bûkê hinekî xweș dikin. Dibêjin hêrsa mezinan tê carna lê hêrs dibin dîsa jî bûk bașe erê dike. Bûkê destên te bișikê. Bûkê qelenê ji bo te me da bavê te li bavê te heram û quzulqurt be, bûkê germ bike, bûkê sar bike, te baș germ nekir, te baș sar nekir, bûkê șidyayî bixebite em bênderê hildin, Xwedê mezin e, em ê mêrê te bizewcîn in û hwd. Jineke ji te jêhatîtir bixwazin bînin ji vê malê. Bûkeke jêhatî lazime ne yeke mîna te! Bêkêr û kotî!.. Bûkê hew didî bûkê xemilandin, hildan çûn xazgîniyê bûkeke din ji bo mêrê bûkê. (Belê nabêjim hevjîn an jî hevser!)

Di jiyaneke nenormal an jî newekhev de hevjîn û hevser tune ye, mêrê jinê û jina mêrê xwe heye. Ev rewșa kî yan jî kê bi çi lewnî jî anî be nava me kurdan bi min qet mehsûm nîne û polîtîk e. Ji ber ku di bingeha vê projeyê de bêdengkirin û bîadkirin heye! A ku li Rojhilata Navîn ji kurdan tê xwestin jî bi temamî û kurtasî ne ev e! Di binê bêdengiyê de tișta herî mezin bêziman kirine, yanî deng derxî zimanê te yê bilive û wê xwestekên te bixwaze. Lewma gotine; “Ne bila deng jê derê ne jî ew zimanê ku em dibêjin tune bilive.” Bêdengkirina jinan bêdengkirina welatekî ye ji ber ku zarok li ber pêsîra dayika xwe çavê xwe li jiyanê vedike û bera bera jiyanê naz dike . Bi vî lewnî bîat û bêdengiyê ji roja bûyî de dibîne û mixabin bandoreke neyînî li ser pêșeroja kesayeta mirovan dike! (Bêdeng be bîat bike) em ê bêjin tu bașî.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê