spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Exlaq û exlaqperestî

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Gelek pêwendî, reftar û tevgerên mirov ên ku di çarçoveya têgînî ya exlaqî de tên pirsiyarkirin û bi gelek awayan tên şîrovekirin, hene. Exlaqê ku hem ji aliyê teorîk û hem jî ji aliyê kardariyê ve li gor wateya ferhengê tê pênasekirin, gelek kakil û puxteyên kevneşopî, gerdîşî, olî, siyasî û bîrdozî di xwe de dihewîne.

Li gel tevgerên exlaqî, cureyên exlaq, exlaqê jiyînê, exlaqê civakê, perwerdehiya exlaqî, exlaqê olî, exlaqê şoreşgerî, exlaqê sekuler (laîk) û hwd. hemû mijarên nîqaşê ne û divê her yek ji wan bihurgilî were nîqaşkirin. Kesên ku rasterast bi civaknasiya exlaqî, perwerdehiya exlaqî, ramyariya exlaqî û derûnnasiya exlaqî re eleqedar dibin, der barê van têgihan de gelek tiştên ku bibêjin hene.

Exlaq çi ye? Kes, takekes û civaka bêexlaq heye yan na? Kesên biexlaq an bêexlaq kî ne? Pîvanên bixlaqiyê û bêexlaqiyê çi ne? Meriv dikare van pirsan zêde bike, belê bersiva van pirsan ne karekî hêsan e. Zehmetiya bersiva van pirsan ji ber giraniya pirsan e. Mijara eslî ew e ku exlaq li gor kîjan pîvan, bîr û bawerî û nirxên civakê pêk tê û bandoreke çawa li ser liv û tevgerên mirov dike. Sedemên ku li liv û tevgerên mirov di çarçoveyeke exlaqî an bêexalaqî de tên dîtin çi ne? Lewre, dadbarkirineke wisa bi xwe jî pîvanên exlaqî di xwe de dihewîne. Ji ber vê yekê, exlaq bi xwe qadeke pirsiyariyê ye û berpirsiyariyê divê. Berpirsiyariyek e ku mirov rewşa xwe, rewşa civakê û rewşa cîhanê li ber çavan digire.

Heke em li rastiyê bigerin û baş bifikirin ne mirov û ne jî civakeke bêexlaq heye. Çi li gor hinekan baş û çi jî li gor hinekan xirab were dîtin jî, her kes xwediyê exlaqî ye. Her kes di gerdûna xwe ya exlaqî de li gor pîvanên xwe û gelek caran jî li gor nirxên civaka xwe tev digere. Wate û peywira exlaq bi xwe naguhere; belê awa û şêweya exlaqê her kesî li gor qaydeyên civaka wî/wê diguhere. Gelo hebûna têgiheke exlaqî û jiyîna di gerdûneke exlaqî de mirov an civakekê jixweber exlaqî dike yan na? Ev pirs, ne ji ber meseleya exlaq bi xwe, ji ber pirsgirêka kalîteya exlaqî pêk tê ku ew bi xwe dibe mijara nîqaşê. Pêwîst e ku her exlaqek bi baldarî û berpirsyarî veguhere moralîzmê. Liv û tevgerên ku bi pest, kotek û darê zorê li ser her kesî tên ferzkirin, têkiliyên ku bi zagon, şerm û qedexeyan tên parastin, ne peywireke exlaqî ye; exlaqperestî ye.

Exlaqperestî bi xwe pirsgirêkeke exlaqî ye. Moralîzm/exlaqîtî û exlaqperestî ne heman tişt in. Exlaqîtî; nihêrîn, venerîn, edîlandin û tekûzkirina liv û tevgerên mirov ên xwe bi xwe ye. Exlaqexperestî; ferzkirina pîvanên exlaqê heyî ya li ser kesên din e. Objekt û argumentên exlaqperestiyê, hertim yên din û yên li dijî yên din tîne pêşberî hev. Ango peywira şopandin, sûcdarkirin û darizandina liv û bizavên mirovên ku li gor kevneşopiyên civakê tevnagerin dide ser xwe. Ên ku li ser navê exlaq bêexlaqiyê dikin jî ew kes bi xwe ne. Exlaqperestî, ne ji hêla tora civakê, ji hêla kes û hêzên ku xwe dispêrin desthilatdariyê pêk tê. Ango exlaqperestî, zordestiya piraniyê ya li dijî hindikahiyê ye. Kesên exlaqperest, peywirdar û parêzvanê paşverûtî, statukoparêzî û durûtiyê ne û hertim alîkariya aliyê xurt dikin; piştgiriyê didin desthilatdariyê û di suxreya hêza serdest de ne. Pêwîst e ku em li dijî exlaqperestiyê û kesên ku xwe nobedarê kevneşopiyên civakê dibînin, rawestin û têbikoşin. Exlaq, li ser tevgera me ya li hember kesên din a ji bo her yekî ji me ye. Exlaq, li pêşberî kesên din berpirsiyariya me ya wijdanî bi bîra me dixe. Exlaqê ku bi wijdan re dibe yek ne tenê mirovan, hemû heyînên candar û xwezayê jî diparêze. Tiştên ku dadmendî, hiqûq û mafê mirovan diparêze yek jê wijdan û yê din jî exlaq e. Exlaqdarî berpirsiyariyeke civakî ye ku divê em li ser xwe ferz bikin, ne li ser yên din. Exlaqdarî xwerexnekirin e. Ji bo ku mirov bibe xwediyê liv û tevgerên exlaqî, divê li prensîbên xwe xwedî derkeve û li gor wan tev bigere.

Xweserî, xwebûn û hebûna mirov hemû bi viyaneke xurt û exlaqekî baş bi dest dikevin. Belê mixabin bi gelemperî, gelek kes berevajiyê wê difikirin û dijîn. Ew prensîbên xwe yên exlaqî bikar naynin; xwe rexne nakin. Ji bo wê ye ku ew her gav kesên derveyî xwe berpirsiyar digirin û wan rexne dikin. Daxwazeke wan a ji bo azadî, xweserî, xwebûn û serxebûnê nîn e. Lewre daxwaza xweserî, azadî, xwebûn û serxwebûna mirov rasterê bi nirxên exlaqî ve girêdayî ye û exlaq jî tu car di hestên mirovên qels û hizra wan a têkel û tevlîhev de nadebire. Mirovên xweser ew in ku li gor prensîbên xwe yên exlaqî tev digerin; ji bîr, bîrdoz û baweriya xwe demanê nadin û ji bo xwebûn û azadiya xwe cehd û hewl didin û têdikoşin. Belê ev xal tenê îspat dike ku hebûna prensîban tenê jî ji bo exlaqîbûnê têrê nake. Ji bo wê, pêdivî bi liv û tevgerên erênî, vîneke azad û hişmendiyeke xurt heye. Parastina prensîban û bicihanîna nirxên exlaqî yên li gor prensîban tiştekî exlaqî ye; belê tenê parastina wan û bicihanîna wan jî têra vê yekê nake. Pirsgirêka ku nirxên civakê bêqîmet û binpê dike yek jê bêexlaqî û ya din jî exlaqperestî ye.

Mirov çi teîst/xwedaperest, xwedênas, olparêz, olperest nijadperest dibin û çi jî deîst, ateîst/xwedênenas, agnostîk(nezanîparêz), sekuler, neteweperwer, welatparêz, sosyalîst û komunîst dibin; ger li gor wijdan û rêgezên exlaqî yên gerdûnî tev negerin, ne ol û baweriya wan, ne mirovhezî û navneteweyîparêziya wan û ne jî bîrdoz û welatparêziya wan bi kêrî tiştekî tê. Ev nayê wê maneyê ku xwedênenasên bêexlaq û xwedaperestên biexlaq; an jî xwedaperestên bêexlaq û xwedanenasên biexlaq tune ne. Di her ekolê de hem kesên qencîker, biwijdan û bixlaq û hem jî yên xirab, bêwijdan û bêexlaq hene.

Exlaq ji hêla mirovekî/ê tenê pêk nayê. Em dikarin di cîhaneke ku herî kêm ji du kesan pêk tê de behsa exlaq û exlaqîtiyê bikin. Ger em xwezayê û mexlûqên xwezayê tune bihesibînin, ji bo Robinson Crusoe exlaq çiqas derbasdar e? Exlak bi civakê û jiyana civakî re der bûye. Heke civak tune be, exlaq jî tune ye. Kesên xwedî exlaq û xwedî wijdan li ku dibin bila bibin, sûdê didin derdor, civak û mirovahiyê; kesên bêexlaq û bêwijdan li ku dibin bila bibin, xisarê didin derdor, civak û mirovahiyê. Ne xwedênasî exlaqê baş misoger dike û ne jî xwedênenasî exlaqê xirab temsîl dike. Ev qalib, nimûne û dorbendên wisa tenê angaşta hin kesan e ku bîr û bawerî û bîrdoza xwe esas digirin. Rê, rêzik û rêgezên exlaqî ji ezmên danakevin; li ser rûyê erdê û bi destê mirovan pêk tên.

Exlaqê her civakê li gor şert û mercên ku tê de dijî û şêwaza jiyana wê teşe digire. Li gel wê; exlaqekî navneteweyî û hevpar yê ku tevê mirovahiyê eleqedar dike heye. Ew jî wekî ‘etîk’ê (sinc û rewiştê) tê binavkirin ku pêdiviya her mirovî/ê û her civakê pê heye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê