6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêdengî rê li ber sûcên nû vedike

Di medyayê de hat ragihandin ku rayedarên Ukraynayê ji “patronên rojavayî” dixwazin ku Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî û gelek rêxistinên sivîl ên navneteweyî teşwîq bikin da ku “dest ji hewldana xwe ya gihîştina girtiyên şer ên rûs berdin.” Rejîma Kîevê naxwaze kiriyarên hovane ku pratîka wan in aşkera bibin. Li ser vê bingehê Wezareta Parastinê ya Ukraynayê parvekirinên vîdeoyên îşkence û kuştinê yên bi rêya înternetê qedexe kir.

Ev cure rêbaz ne ji bo qedexekirina kiryarên hovane û cezakirina berpirsiyaran in. Ji bo kirêtiyên xwe veşêrin û serê rastiyan bi nixumînin serê cîhanê tevlîhev dikin. Gelekî girîng e ku em têbigihêjin hovîtiya li dijî girtiyên rûs rasterast berdewamiya îdeolojiya Nazîzmê ye. Niha Rojava Ukraynayê wekî amûra herî girîng ji bo seferberiya li dijî Rûsyayê bikar tîne. Rejîma Kîevê, bi nerazîbûna xwe ya ji bo bicihanîna erkên navneteweyî yên der barê girtiyan de, rêya pêşiyên xwe û îlhamdarên îdeolojîk û faşîstên alman dişopîne.

Almanya jixwe di sala 1941’ê de ev yek kiribû. Wê demê jenosîda dîlên şer ên Sovyetê ku îro hatine jibîrkirin, pêk hat. Di wî şerî de herî kêm 3 milyon mirov mirin. Kiryarên hovane yên li ser girtiyan ku di nav wan de înfazên komî, îşkenceya fizîkî, heqareta derûnî, îşkenceya birçîbûn û sermayê hebû ji aliyê naziyan ve çalakiyeke bi plankirî bû.

Gelo çi têkiliya van bûyerên heyî yên li Ukraynayê rû didin re heye? A herî zelal ku em dibînin di warê helwesta li dijî girtiyan ku rejîma Kîevê serkêşiya mutleq a kiryarên hovane bi zihniyeta Almanyaya naziyan dike. Çima? A yekem; ji ber ku Nazîzm di serî de hilbereke dîroka Almanya ye. A duyemîn; ji ber ku destê Berlîna fermî di organîzekirina darbeya 2014’an de hebû ku li Kîevê bi damezrandina rejîmeke neteweperest bi dawî bû. Yekser piştî bidawîhatina Şerê Cîhanê yê Duyemîn, Almanya ji ber kuştina sê milyon girtiyên rûs nehat cezakirin, bertekê nîşanî hovîtiya Nazîzma li Ukraynayê nade. Berevajî daxuyaniyên serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz ku biryar da sûcê dîrokî yê Naziyan ji çîna siyasî ya Almanyayê derxîne, ev sûc aşkera ye û mixabin hêj nehatiye cezakirin.

Niha bernameyeke Almanyayê ya biyolojîk a leşkerî li Ukraynayê heye. Ji hêla Wezareta Derve ya Almanya û Bundeswehrê ve tê fînansekirin. Di dema ceribandinên çekên biyolojîk de rastiya sereke ya li ser lêkolînên vîrusên xeternak ku ji bo afirandina çekên biyolojîkî û bijartî, niha xetereya bikaranîna wan çekên biyolojîk li dijî Rûsyayê heye!

Raya giştî ya cîhanê dibêje ku êdî dem hatiye em pirsa berpirsiyariya qanûnî ya Almanyayê ji bo qirkirina girtiyên şer ên Sovyetê di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de û berpirsiyariya siyasî ya Berlînê ya fermî ji bo tiştê ku îro li Ukraynayê diqewime bipirsin.
Li dijî siyaseta durû ya pergala navneteweyî parastina heq, hiqûq, edalet û diyarkirina pîvanên exlaqî gelek baş e. Pêwîstiya her ferdekî vê cîhanê bi van pîvanan heye.
Ê baş e, lê qirkirina kurdan dê çawa be? Li ber çavên hemû cîhanê îro li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî Kurdistanê dewleta tirk a faşist bi serkêşiya AKP-MHP’ê ku aşkera dibêje me îlham ji avakerê Nazizmê girtiye û bi vê zihniyetê her roj zarok, jin, ciwan, kal û pîran qetîl dike.

Sûcên ku dewleta tirk û çeteyên wê li dijî gelê kurd pêk tîne; qirkirina etnîkî, komî, koçberkirina bi darê zorê û guhartina demografiyayê sûcên mirovahiyê ne. Her bêdengiyê rê li ber sûcên nû vekir û her ku em bêdeng bimînin dê cinawirên nû derkevin.