19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ATK’ê ji bo Halîl Guneş jî got ‘Dikare bimîne’ lê cenazeyê wî derket

Malbatên girtiyên nexweş ji bo girtiyên nexweş û girtiyên nayên berdan, serbest bêne berdan, Nobeda Edaletê ku li Baroya Amedê dabûn destpêkirin, di roja 156’an de li pêş ATK’ê berdewam kirin. Malbatên girtiyan li ber deriyê Saziya Tibê ya Edlî (ATK)  kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Nûner û rêveberên MED TUHAD-FED, TUAY-DER, DÎSK, MEBYA-DER, OHD, DBP û HDP’ê beşdarî çalakiyê bûn.

Destpêkê xwişka Abdulselam Guler Încî Guler axivî û wiha got: “Me destpêkê Nobeda Edaletê li Baroya Amedê dest pê kir. Niha jî em li ber Girtîgeha Amedê, ATK û Edlîyeya çalakiyên xwe berdewam dikin. Em niha li ber ATK’ê ne. Girtiyên gelek nexweş hene Lê ATK rapora ‘hûn dikarin li girtîgehê bimînin’ dide wan. Ji bo Halîl Guneş ji gotin dikare li girtîgehê bimîne. Lê cenazeyê wî ji girtîgehê derket.”

Biryar siyasî ne

Guler anî ziman ku biryarên der barê girtiyên nexweş de têne dayîn siyasî ne û wiha axivî: “Ji gelek girtiyên nexweş re dibêjin hûn dikarin li girtîgehan bimînin. Lê gelek girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Nexweşê girtî Abdurrezzak Şuyur jiyana xwe ji dest da. Girtiyê nexweş ê 75 salî Ramazan Ozyîgît ji dilê xwe nexweş e. Lê hê jî di girtîgehê de ye. Biryarên ku der barê girtiyên nexweş de têne dayîn siyasî ye. Ne li gorî mafên mirovan in.”

Keça girtiyê Nexweş Abdulhalîm Kirtay Herdem Merwanî jî bal kişand ser rewşa giriyê nexweş Şaban Kaygusuz û wiha got: “Em di  daxwazên xwe de îsrar dikin. Daxwaza me ya yekemîn  ewe ku girtiyên nexweş bên berdan û di şertên bi tenduristî de bêne dermankirin. Ya duyemîn jî ew e ku girtiyên cezayên wan bi dawî bûne bên berdan. Lê heta niha gavek şênber nehatiye avêtin. Di Girtîgeha Qayseriye de Şaban Kaygusuz ê ku nig û piyê wî tune ye hewceyê bê berdan û dermankirin.”

Çalakî bi durişmeya “Heq, Hiqûq, Edalet” dawî bû.