17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kerîm Behrî: Sekna PDK’ê siberoja Kurdistanê tarî dike

Cîgirê Serokê Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê Kerîm Behrî diyar kir ku helwesta PDK’ê ya şerê li dijî PKK’ê, siberoja Kurdistanê tarî dike û got: “Tirkiye Kerkûkê weke xaka xwe dibîne. Ji bo êrişên li ser xaka Kurdistanê sûdê ji aloziya rewşa siyasî ya Iraqê digire.”

Di 15’ê nîsanê de dewleta tirk li ser herêm Zap, Avaşîn û Metîna bi baweyek berfireh êrişên hewayî pêkanîn. Balafirên şer ên tirk bi giştî 147 êriş pêk hatîn. Di 17’ê Nîsanê de jî bi bi hewayî û bejahî li heman qadan dest bi êrişan kir. Bi destpêkirina êrişan re PDK’ê jî hêzek zêde bir Şêladizê û Dêrelûkê. Di roja êrişên hewayî destpêkirîn de jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzarî li Stenbolê bi Erdogan re hevdîtin kirîbû. Li gorî daxuyaniya HPG’ê heta niha di van êrişan de 44 leşkerên tirk hatine kuştin.

‘Tirkiye Kurdistanê wekî axa xwe dibîne’

Cîgirê Serokê Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê Kerîm Behrî têkildarî êrişên dewleta tirk ji ROJNEWS’ê re axivî û got: “Ev êriş ne tiştek nû ye û Tirkiyeyê ji kevin de Kerkûk jî di nav de çav berdaya Kurdistanê. Hemû Kurdistanê weke xaka xwe dibîne. Ji bo van êrişên nû sûdê ji rewşa siyaseta aloz a cîhanê û herêmê digire. Tirkiye wiha dibîne ku ew rewşa siyasî ya aloz a ku li Iraqê heye û piştgirîkirina Amerîka û welatên din ên li Iraqê, weke derfet dibîne di vê rewşê de erişên li ser Kurdistanê destpê bike. Iraq û herêm jî di asta wan binpêkirina de bêdenge û ti bertek û nerazîbûnê nîşan nade.”

‘Ku PDK tev li şer bibe dê siberoja Kurdistanê tarî bike’

Cîgirê Serokê Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê Kerîm Behrî têkildarî hevkarî û tevlîbûna PDK’ê ya di nava vî şerî de jî got: “Divê em neçîn nava şerê ragihandinê. Lê, çavdêrî dikin ka wê PDK li qadê tevlî vî şerî bibe yan ne? Eger PDK tevlî vî şerê li dijî PKK’ê bibe, wê siberoja Kurdistanê berbi tûnelek tarî ve bibe.”