28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Behare Hîdayet: Azadî di riya rûxandina rejîmê re derbas dibe

Girtiya siyasî ya bi navê Behare Hîdayet bi boneya cejna Newrozê li Îranê, ji hundirê girtîgeha Êvîn a Tehranê peyamek şandiye. Di peyamê de qurbanî û bidarekirina serhildêran bi bîr aniye

Behare Hîdayet bi boneya cejna Newrozê nameyek ji girtîgeha Êvîn a Tehranê şandiye û di hin malperên dijîtal de hariye parvekirin.  Di nameya xwe de wiha gotiye:  “Eger em li azadiyê digerin, hemû riyên gihîştina azadiyê bi hilweşandina rejîma Îranê û derxistina Îslama siyasî ji qada desthilatdariyê re derbas dibe.”

Hîdayet di nameya xwe ya ku di 19’ê adarê de hatiye belavkirin balê dikişîne ser navê hejmarek ji ciwanên ku di serhildana Jin Jiyan Azadî  de hatine bidarvekirin û wiha dibêje: “Ev heştemîn şeva Newrozê ye ku ez di zindanên Komara Îslamî de derbas dikim, lê baweriya min bi azadiyê ji her demê zêdetir e, ez di kêliyên pêşwaziya sersala nû de li ser sifra cejnê di girtîgehê de rûdinim û di dilê xwe de silav li bîranîna şehîdên nemir dikim.”

Di berdewama nameya xwe de girtiya siyasî  wiha dibêje “Ji bo mirovekî xwedî hemwelatiyên wiha cihê serbilindî û şerefê ye. Newroz bîranîna dîroka me ya kevnar û hevpar a li ser vê xakê ye. Gelên vî welatî cihêkarî, bêdadî û windakirina rûmetê  dît. Erka me ye ku em axa xwe bi hemû êş û azarên xwe bi bîr bînin.”

Girtiya siyasî nameya xwe wiha berdewam dike:  “Di heştemîn bihara esaretê de, şîfaya hemû birînên gelan û rizgariya dawî ya hemûyan dixwazim. Ger ev jiyan para min a cîhanê be, ez amade me ku di riya pêkanîna vê armancê de feda bikim.”

Hedayet di beşeke din ji peyama xwe de wiha got: “Tevgera dawî jî beşek ji îradeya gel bû û karîbû di bin diruşma (Jin, jiyan û azadî) xêzên diyarker ji bo siberoja xwe  xêz bike, ku ev hemû jî têgehên hêviyê ne .”

Her wiha got: “Rejîma Îranê bûye hêmaneke bêexlaq û nebaş di jiyana rojane ya îraniyan de û mayîna vê rejîmê li dijî jiyana me û zarokên me û axa me ye. Lewma mantiqa daxwaza hilweşandina wê hîn jî heye.”

Hêjayî gotinê ye ku ev ne cara yekê ye ku Hedayet ji hundirê girtîgehê peyamek dişîne û tê de teqezî li ser pêwistiya rûxandina rejîma Îranê dike, berê jî di dema serhildana gelêrî de, daxuyaniyek belav kiribû û tê de bi xwepêşandanên girseyî re behsa taybetmendiyên serhildanê kiribû.

Hêzên ewlekariya Îranê di 3’ê Cotmehê de Behare Hîdayet desteser kirin û şandin girtîgeha Êvînê. Hîdayat berê jî ji ber protestoyên Mijdara 2019’an bi 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hatibû mehkûmkirin.

Beriya wê jî Hedayet ji ber xwepêşandanên sala 2009’an ên Îranê hatibû girtin û bi biryara Dadgeha Şoreşê ya Tehranê 6 sal û nîvan di girtîgehê de mabû.