spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newroz ji cejnekê wêdetir e

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Newroz îsal ji gelek aliyan ve xwedî girîngiyek mezin e. Gelên ku dadikevin qada Newrozê ne ji bo pîrozkirina cejnê tenê ji bo dengê xwe li dijî desthilata faşîst a AKP-MHP’ê bilind bikin diherikên qadan

Newroz an jî cejna Newrozê ji bo gelê kurd xwedî girîngiyeke mezin e. Ev cejna gelê arî xwedî dîrokek qedîm û kevnare ye. Gelê kurd roja 21’ê adarê weke roja li dijî zilm û zordariyê serketina heq û azadiyê pîroz dike. Newroz berxwedaneke dîrokî ye û Newroz berxwedana li dijî dijmin e.

Gelê kurd berxwedana Kawayê Hesinkar a li dijî zilma Dehaq bi geşkirina agirê Newrozê pîroz kir. Çirûska agirê ku wê demê hate pêxistin ji dîrokê ve ji bo gelê kurd bû navnîşana berxwedana herî bi rêxistinkirî û xurt a li dijî zilmkaran. Di 21’ê adara 1982’yan de li zîndana Amedê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan li dijî zordariya dewleta tirk bi pêxistintina sê darikên niftikê ve peyama bilindkirina têkoşîn û berxwedanê da gelê kurd. Piştî vê peyama şoreşgerê kurd Mazlûm Dogan di serî de li Nisêbînê li gelek navendan Newroz bi awayekî girseyî hate pîrozkirin. Ji wê rojê ve bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurditanê li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat cejna Newrozê bi awayekî girseyî tê pêşwazîkirin û pîrozkirin.

Newroz gihişt wateya xwe

Li Kurdistanê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurditanê cara ewil cejna Newrozê di 21’ê adara 1992’yan li Nisêbînê bi awayekî girseyî hate pîrozkirin. Di wê salê de li bakûrê Kurdistanê şerê gerîla mezin dibû. Bi gurbûna şerê li dijî dargirkeriyê re bi hezan kes dikerikîn qadên Newrozê. Bi agirê Newrozê re piştevaniya ji bo berxwedan û têkoşîna gerîla belavî seranser welat dibû.

Di salên 1990’an de êdî li gelek deverên cuda yên Kurdistanê di roja 21’ê adarê de agirê serhildanê bilind dibû. Qadên Newrozê bi rengên kesk û sor û zer dihatin xemilandin, gel bi cil û bergên xwe yên neteweyî peyama bilindkirina têkoşînê dida. Ev peyam ji aliyê gerîlayên azadiyê ve bi mezinkirina şer dihat bersivandin. Di serî de li Botanê gelek herêmên çiyayî êdî ketibûn bin kontrola gerîla. Di van salan de Rêber Apo li dijî mêtingeriyê dest bi berxwedanê kir û gelê kurd careke din gihand Newrozê. Gelê kurd bi Newrozê re bû yek, cewhera xwe ji nû ve keşif kir û xwe ji nû ve ava kir. Em dikarin bi hêsanî vê yekê bibêjin; Newroz û gelê kurd hev temam dikin. Gelê kurd bi Newrozê re cewhera xwe ji nû ve dît, Newroz jî gihişt wateya xwe ya rasteqîn. Ji ber ku di cewhera Newrozê de berxwedan heye, gelê kurd jî hebûna xwe bi berxwedanê diparêze. Di nava şert û mercên herî giran de, gelê kurd bi berxwedan hebûna xwe danî holê.

Peyama Ocalan

Piştî sala 1999’an ango piştî Rêber Apo bi komploya navnetweyî ya 15’ê Sibatê hate dîlgirtin û şûn ve careke din derket holê ku ji derveyî berxwedanê piştgiriyeke din a kurdan nîn e ku xwe bispêrê. Ji ber vê rastiya dîrokî û civakî têkiliya navbera kurd û Newrozê bi xurtî dewam dike. Ji ber vê yekê qadên Newrozê veguherîn qadên berxwedanê.

Newroza sala 2013’yan yek ji Newrozên ku herî zêde mohra xwe li dîrokê dane. Di wê salê de Newroz bi dirûşma “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” hat pêşwazîkirin. Li seranserê Kurdistanê bi taybetî jî li paytext Amedê bi milyonan kesan li qadên Newerozê doza azadiya Rêber Apo kir. Di Newroza dîrokî ya Amedê de, xala herî girîng xwendina peyama Rêber Apo bû. Bi milyonan kesên li qadê bi baldariyek mezin û cîhanê jî bi riya televizyonan bi awayekî zindî li peyama Ocalan guhdar kir.

Rêber Apo di peyama xwe de digot: “Hemû kesên ku guh didin dengê min; divê bizanibin ku îro pêvajoyeke nû dest pê dike. Ji pêvajoya şerê çekdarî ber bi pêvajoya siyaseta demokratîk derî vedibe. Feraseta ku mafên demokratîk, azadî û wekheviyê esas digire bi pêş dikeve. Me ji bo vî gelî, bi dehan salên xwe feda kirin. Me berdêlên gelek giranbûha dan. Ev fedekarî û ev têkoşîn ne belesebep bûn. Kurdan kesayetiya xwe ya cewherî û nasnameya xwe ji nû ve bi dest xistin.

Lê dewleta tirk a dagirker ev banga aşitiyane ji nedîtî ve hat û di siyaseta xwe ya şer de israr kir. Bi polîtîkaya şer û tecrîdê li himberî gelê kurd dest bi pêvajoyeke nû kir. Gelê kurd, Tevgera Azadiyê û aliyên demokratîk li himberî vê siyaseta şer a desthilata faşîst asta têkoşîna xwe bilind kir.

Înşakirina xweseriya demokratîk

Di vê çarçoveyê de Newroza 2014’an bi dirûşma “Rêberiya Azad, Kurdistana Azad” hate pêşwazîkirin. Di têgeha Kurdistana azad de  xweseriya demokratîk hebû. Bi vê hişmendiyê ji bo ku gelê kurd erêkirina xweseriya demokratîk herikîn qadên Newrozê. Bi vî awayî pêngava înşakirina xweseriya demokratîk di Newrozê de hate nîşandan.

Pîrozbahiyên Newroza 2015’an bi ruhê serhildanê dewam kir. Pîrozbahiyên Newroza wê salê bi dirûşmên “Êdî Bes e Ji Rêber Apo re Azadî” pêk hatin. Li qadên Newrozê hate dîtin ku gelê kurd bi kombûna li dora Rêberiya xwe û xurkirina yekîtiyê pêvajoya nû pêşwazî dike.

Kurdan bi hişmendî têkoşîn û asta xwe ya rêxistinbûyînê re bi gelên herêmê re careke din rol û mîsyona diyarkirina paşeroja Rojhilata Navîn girtine ser xwe. Ji ber vê yekê, perspektîfa neteweya demokratîk a Rêber Apo û modela xweseriya demokratîk, tevî kurdan ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn, alternatîfa yekane ya jiyana azad û demokratîk e. Şoreşa Rojava, Berxwedana Kobanê û Şengalê û Tevgera Azadiyê ya li bakurê Kurdistanê mînakên şênber ên vê yekê bûn. Bi vê hişmendiyê li seranserî welat agirê Newrozê dihat geşkirin.

Tehemûla gel nemaye

Di van salan de berxwedana xwerêvebiriyê mohra xwe li Newrozê da. Qadên pîrozbahiyê veguherîn qadên şermezarkirina terora dewleta tirk a li Sûr, Silopî û Nisêbînê li dijî gelê kurd pêk aniye. Newroza 2016’an bi vê hişmendiyê pêşwazî kir û xwedî li hebûna xwe derket.

Gelê kurd her sala ku derbas bû, tevî êrîş û zordariya dewleta tirk bi kelecan û dilgermiyeke hîn mestir xwedî li cejna xwe derket. Guh neda qedexe û astengiyan herikî qadên Newrozê. Sala borî li seranserî Kurdistanê bi dirûşmeya “50 Saliya Serfiraziyê, Newroza Rêbertiyê” Newroz hate pêşwazîkirin. Li qadên Newrozê gelê kurd û dostên wan bi yek dengî daxwaza azadiye fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Îsal jî gelê kurd bi dirûşma “Her der Newroz, her dem Azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” cejna xwe pêşwazî dike. Newroz îsal ji gelek aliyan ve xwedî girîngiyeke mezin e.

Gelên ku dadikevin qada Newrozê ne ji bo pîrozkirina cejnê tenê ji bo dengê xwe li dijî desthilata faşîst a AKP-MHP’ê bilind bikin diherikên qadan. Êdî wisa diyar e ku tehamûla gel ji vê desthilata faşîst û qirker re nemaye. Bi tifaq û yekîtiya gelan a ku di li dijî Dehaq bi serkeftinê encam bû wê li himberî desthilata faşîst a AKP-MHP’ê jî bigihîje serkeftinê. Gelên ku diherikin qada Newrozê agirê azadiyê bi vê hişmendiyê geş dikin û xwedî li hebûna xwe derdikevin.